02:48 24 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan ji bo referandûma Kurdistanê: Sedem e, ne encam e

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, referandûma Herêma Kurdistanê sedem e lê ne encam e.

Erdogan li Kulliyeyê bi rûsipiyan re civiya û tiştên sereke ji axiftina wî wiha ne:

  • Erdnîgariya qedîm a ku em li ser dijîn, di serdemeke zehmet û têkelhev re derbas dibe. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku kart jî nû ve tên têkelhevkirin û nexşeyên nû tên vekirin. Wekî di sedsala çûyî de, vê sedsalê jî parola bûye, parve bike, perçe bike, bi rêve beibe, heta daqurtîne.
  • Bûyera bi navê referandûmê sedemek e, ne encam e. Encam ji niha û pê ve ye. kar li vir neqediyaye, tenê dest pê kiriye. Li aliyekî te Îran, li Bakurê te Tirkiye, li Başûrê te birêveberiya Iraqê, li rojavayê te Sûriye. Tu yê çi bikî, bi kû ve biçî, tu yê çawa derkevî? Kerem ke, dê niha hemû qadên hewayî werin girtin, firîn ji xwe hatine qedexekirin. Wê kî were, û tu yê çawa biçî? Di nêz de dê sînor jî werin girtin. Tu yê çawa têkevî û derkevî?
  • Ji bo ku wê kesek xeyala xwe ya zarokatıyê pêk bîne, em destûrê nadin ku hemû herêma me, ewlehiya welatê me biavêjin xetereyê. Ketina xewna “Di 16 saliya min de xeyalên min hebûn, vaye niha min ew xeyalên xwe pêkanîn, jê û pê ve min zêde eleqedar nake” xewneke vala ye.
  • Sedema lîstikên parvekirin, perçekirin û sorkirina şerên etnîkî û mezhebî, dorpêçkirina Tirkiyeyê ji aliyê Başûr ve ye. Ev çalakiya dorpêçkirinê ne tenê ji sînorên me yên fizîkî pêk tê. Li vir ez qala lîstikeke mezin dikim ku hundirê welatî me jî eleqedar dike. Bi izna Xwedê û dîrayeta miletê me bê çawa me êrîşên din vala derxistibin, em dê vê lîstikê jî vala derxin, gumana min ji vê tune ye. Eleqeya bertekên ku em li hember Herêma Kurdistanê nîşan didin, bi kurdan û kurdayetîyê re tune ye.
  • Kî vî aqilî dide te? Tenê li pişt te Îsraîl heye. Te wezîrê berê yê karên derve yê Fransa girtiye milê xwe yê rastê, te yahûdiyekî din jî girtiye milê xwe yê çepê û bi wan re li ser maseyê dixebitî.  Ew ne dostên te ne, ne dost in. Ew îro li cem te ne, lê wê sibe ji holê wenda bibin. Tu yê li em binerî.
  • Eleqeya bertekên ku Tirkiyeyê ji ber referandûmê nîşanî Herêma Kurdistanê dide, ne bi kurdan re ne jî bi kurdayetiyê re heye. Bertekên me li hember wê yekê ye ku; di serdemeke wisa de ku pêdiviya Iraqê, bi yekîtîye heye û bêyî ku hewcedarî û pêwistî tunebe û bi ser de bêyî ku bi dewleta me bişêwire tiştekî weha kiriye. Ev ewilê îxaneteke li hember yekîtiya axên Iraqê ye.
Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Beriya referandûma serxwebûnê bi rojekê rewşa Kerkûkê
Referandûma Herêma Kurdistanê bi rê ve çû
Ji Kiliçdaroglu pêşniyara bo referandûma serxwebûnê
Li Amedê pîrozbahîya referandûma serxwebûnê
Pîrozbahiyên encamdana referandûma serxwebûnê berdewam dikin
Neteweyên Yekbûyî li ser referandûma Kurdistanê daxuyanî da: NY bifikar e!
Ji Koşka Spî piştî referandûma Kurdistanê yekem daxuyanî
Çavdêrên navneteweyî: Referandûma serxwebûnê li gorî standarên demokratik pêk hat
Wêneyên jinan di referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de
Etîketan:
Recep tayyip Erdogan, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de