12:54 17 Kanûn 2017
Zindî
    Altan Tan

    Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê Altan Tan, di civîna giştî ya li meclîsa Tirkiyeyê de axivî û helwesta Tirkiye ya li hember referandûmê rexne kir û diyar kir ku, "Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe."

    Tan di axaftina xwe de, bal kêşa ser wê yeke ku; heya berî referandumê Tirkiye gelekî asayî nêzîkî Herêma Kurdistanê dibû, lê di rojên dawî de qiyametê radikin. Sedema vê qiyametê çi ye? Partiyên ku qet li hev nakin, tevî îktîdar û muxalefetê hatin gel hevûdu. Parlamenterekî CHPyî got "Em 24 saet wext bidin wan."

    TIRSA TIRKIYEYÊ BÊ WATEYE

    Tan weha pê de çû: "Dibêjin ku li Iraqê Kurdistanek ava bibe, dê beşeke ji Suriyê jî werbigre û piştî demekê dê Tirkiye jî parçe bibe. Em kesên aqilê wan li serê wan yên Tirk û Kurd dibêjin ku; Bira ev tirs bê wateye. Yên ku peymana Sewrê qetandine Kurd in.

    "KURDİSTAN AVA BİBE DİNYA XERA NABE"

    Tan weha berdewamî li axaftina xwe anî; Kurdistanek ava bibe dinya xera nabe. 7 Komarên tirk hene. Yanî dinya xera nabe. "Ez bi Îranê re werim gel hev, bi Heşda Şabî re werim gel hev, piştigirya netewperestên Şia yên Bexdayê bikim, bi Beşar Esed re werim gel hev û li hember kurdan bisekinim. Ev tiştekî nade we. Bi kurdan re bibe yek, li hemû Rojhilata Navîn belav bibe.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Şirketeke petrolê hilberandina xwe ya Kurdistanê zêde kir
    Erdogan ji bo gotinên Pûtîn got: Wî henek kiriye
    ‘Tiştên ku Ebadî dixwaze tenê zexteke siyasî ye'
    Li Iraqê herêmeke din daxwaza referandûmê dike
    Amerîka: Divê gelê Kurdistanê xewna xwe ya azadiyê bi cih bîne
    Etîketan:
    kurdistan, referandûm, Altan Tan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de