14:57 12 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan ji bo gotinên Pûtîn got: Wî henek kiriye

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di vegera xwe ya Îranê de li ser gotinên Serokê Dewleta Rusyayê Pûtîn ku gotibû "Dema petrola Herêma Kurdistanê were qut kirin dê buhayên petrolê zêde bibin" got; "Wî henek kiriye."

    Li ser pirseke ku daxuyaniya Pûtîn a derbarê Hêrêma Kurdistanê de jê hate kirin Erdogan weha axifî. Bihabûna buhayên petrolê ji bo Rûsyayê baştir e, Birêz Pûtîn qey naxwaze ku bûhayê petrolê zêde bibe. Wî henek kirine. Li herêmê heke biryara girtina waneyan were dayîn, wê biryarê em ê bidin. Tirkiye, Îran û birêveberiya navendî a Iraqê, em ê bi hevre vê biryarê bidin.

    Erdogan derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî weha axifî: "Di nav vê serxweşiya referandûmê de haya Herêma Kurdistanê jê nîne bê çi dike, gavên çawa diavêje. Ne mimkûne ku mirov fêhm bike bê, bi Herêma Kurdistanê, li çi ewle bû û ji bo çi helwesteke wisa nîşan da. Hûn li fotograf dinerin, li rastê wî wezîrê Frensî Bernard Kouchner, li çepê wî nivîskarê Frensî Bernard Henry-Levy. Her hal bi wan pişt rast e. Lê gava ku avetine ne encameke. Niha li ser sedemeke dimeşe, wê encam bibe çi, ew tiştekî dine. Erdogan got, divê di aliyê Suriyê ve, divê di aliyê Iraqê ve be, emê neqliyata xwe ji Başûr, herêma Kurdistanê bikin. Helbet dê encamên van demên wisa hebin.

    EW KESEKÎ JI RÊVEBERIYA DEWLETÊ DÛR E

    Erdogan destnîşan kir ku, ev referandûm ne gaveke wisaye ku dê pêşeroja kurdan xelas bike. Bi temamî gaveke plan kirîbû. Erdogan ji bo Mesud Barzanî jî weha got; "Kesekî ew qasî ji rêveberiya dewletê dûre ku dibêje; "Dema ez 16 salî bûm pey vî hesabî de bûm. Min niha kar qedand. Êdî ez dikarim bi hizûr biçim." Lê wisa nabe.

    DÊ BERDÊLA WÊ BIDIN

    Erdogan weha axifî: "Kesê pêşî li ber wê referandûmê vekirin, divê berdêla tiştên ku biqewimin bidin. Encam, wê Barzanî û derdora wî, dev ji vî karî berdin. Jixwe tu bingeha hiqûqî a karê ku kirine tuneye. Jixwe li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Divê ev li parlamentoya federal were erê kirin, lê jixwe teqeze ku dê neyê erê kirin. Hikûmeta Iraqê jixwe ev yek ragihand jî.

    Bi heman mijarî:

    ‘Tiştên ku Ebadî dixwaze tenê zexteke siyasî ye'
    Li Iraqê herêmeke din daxwaza referandûmê dike
    Amerîka: Divê gelê Kurdistanê xewna xwe ya azadiyê bi cih bîne
    Pûtîn: Ji we were rûs bi tenê li erebeya hespan siwar dibin?
    Ebadî bangî Pêşmergeyan kir: Bi hêzên Iraqê re hevkariyê bikin
    Etîketan:
    petrol, referandûm, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de