09:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    KCK, HDP, DBP û TJA

    KCD, HDP, DBP û TJA ji bo Mam Celal şîn ragihand

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 30

    Li bajarên kurda yên Tirkiyê ji bo Pêşengê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî (Mam Celal) bi pêşengîya KCDê û tevlîbuna HDP, DBP û TJAyê şîn hat ragihandin. Şandeya KCD, HDP, DBP û TJA ji bo tevlî merasime bibe çu Silêmani.

    Şandeyek ku ji nunerên HDP, DBP, KCD û TJA pêk tê ji bo tevlî merasîma cenazeye Pêşengê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî (Mam Celal) ku roja sêşemê jiyana xwe ji dest da bibin çun Herema Kurdistanê. Şande ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk û nunerên TJAyê pêk tê. Dê merasîma cenazeye Mam Celal roja înê bê lidarxistin. Berdevkê YNKê Sadî Ehmed der barê merasîma cenaze de agahî dan û diyar kir ku dê cenaze ji Almanyayê bê Bexdayê. Piştî merasîma fermî ya li Bexdayê dê cenaze bînin Silêmaniyeyê û li vir bê definkirin.

    PARTÎ Û SAZIYEN KURD LI BAKUR ŞÎN RAGIHAND

    Şandeya HDP, DBP, KCD û TJA berîya derkevin rê daxuyanî dan. Hevseroka KCDê Leyla Guven ragihand ku li Amedê û bajarên di yên kurda dê şîn were danîn. Guven wiha axivî: "Serê gelê kurd û malbata wî sax be. Mam Celal ji bo kurd û Kurdistanê siyasetmedarekî hêja bu. Ji bo azadîya gele xwe bi sala li tekoşîn meşand. Mam Celal di qada diplomasiyê jî gelek tê nasîn. Li hember zilma Seddam serî dananî û ji bo Kurdistanek azad li berxwe da. Li Başurê Kurdistanê hefteyekê şîn hat ragihandin em jî ji bo Mam Celal li Amed û bajarên Bakur şînê radigihînin. Roja şemiyê li Amedê dê destpêbike. Em bang li gele xwe dikin ku ew jî ji bo Mam Celal werin tevlî vê şînê bibin. Mam Celal ne tene serokê kurdên başur e serokê hemu kurda ye."

    ‘ŞÎNA BAŞÛR ŞÎNA MEYE'

    Piştî Guven Berdevkê HDPê Osman Baydemir axivî. Baydemir wiha got: "Bila sere gelê kurd û sere gele Kurdistanê sax be. Mam Celal ne tene li başur li hemû erdnîgarîya kurda serokek hêja ye. Jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kir. Ne tenê ji bo azadîya gelê kur ji bo Rojhilata Navîn jî tekoşîn meşand. Şîna ku li başur hat ragihandin di heman demê de şîna me ye. Ez û hevalên xwe ji bo beşdarî merasîmê bibin em diçin Silêmani."

    Bi heman mijarî:

    Serokê berê yê Amerîkayê: Talebanî bê westîyan ji bo azadiya gelê xwe xebitî
    ‘Amerîka bi wefata Celal Talebanî gelekî xembar e’
    Bi serokatiya Talebanî heyeteke Kurdistanê diçe Ewropayê
    Talebanî: Li seranserê Kurdistanê me şoreş da destpêkirin
    Qubad Talebanî: Me dest bi çaksaziyên rasteqîn kiriye
    Etîketan:
    DBP, HDP, KCK, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de