01:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    derketina derve, rewşa awarte, tanka leşkerî - qedexe- leşkerê tirk

    'Li Tirkiyê kesekî bi aqil rewşa awarte naxwaze'

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Wezîrê Aborî yê Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi ragihand ku, "Li Tirkiyê kesekî bi aqil rewşa awarte naxwaze. Werwiha li ser gotinên xwe yên ku di medyayê de belav bibû de jî got: "Di tu derên axaftina min de gotineke wekî, Divê li Herêma Kurdistanê ambargo neyê destpêkirin tuneye."

    Xabur - Xaburê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Zeybekçi di hatina Lûtkeya Fînansê a Stenbolê de bersiv da rojnamegeran. Zeybekçi li ser rewşa awarte weha axifî; "Dema ev pêwistî ji holê rabûn, her çi serokomarê me be, her çi hikûmeta me be, em bi biryar in ku em ji rewşa awarte derkevin. Xelete ev yek bibe navgîna polemîkan. Dema pêwisti ji holê rabûn, li Tirkiyê tu kesekî bi aqil rewşa awarte naxwaze.

    "DI GOTINEN MIN DE TİŞTEKÎ BI WÎ RENGÎ TUNEYE"

    Zeybekçi, ji bo gotinên xwe yên ku îro di rojnameyan de belav bibûn jî got; "Di tu derên axaftina min de gotineke wekî " Divê li Herêma Kurdistanê ambargo neyê destpêkirin" tuneye. Ambargo û mueyideyên aborî tiştên pir cidî ne. Ji bo yekê gotinên serokomarê me û serokwezîrê me ji bo me derbasdar in.

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Iraqê destûr da Ebadî ku hêzên leşkerî bişîne Kerkûkê
    Li Xaburê tevgerîya leşkerên tirk û Iraqê
    ‘Xabûr ne bê alternatîf e'
    Qeter û şirketeke tirkî: Seferên me yên Herêma Kurdistanê dewam dikin
    Etîketan:
    aborî, mueyîde, ambargo, Nihat Zeybekçi, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de