02:50 22 Hezîran 2018
AK Parti

Berdevkê AKPê: Kurd hevalbendên me yên qedîm in li herêmê

© Foto :
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê AK Partiyê Mahîr Unal li ser helwesta dijî referandûma Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ‘Em destûrê nadin ku helwesta me wekî dijberiya Kurdan a Tirkiyê li herêmê were nîşandan. Kurd hevalbendên me yên qedîm ên li herêmê ne.’

Unal got ku encamên wê çi dibin bila bibin, ew wek Tirkiye biryar û encamdana referandûmê nas nakin û îdia kir, ‘Dê ti fêdeya referandûma nemeşrû, li Ereb, Kurd, Tirkmen, Êzidî û Suryanan' çênebe.

'HELWESTA TIRKIYÊ NAYÊ WATEYA DIJMINATIYA KURDAN'

Unal got ku helwesta Tirkiyê ya di vê pêvajoyê de nayê wateya dijminatiya Kurdan û mijar, di çarçoveya pêwendiyên navnetewî, ewlekariya milî ya Tirkiyê, ewlekariya sînorî, aramî û aştiya herêmê de tê nirxandin.

'EM Ê PIŞTÎ HEWILDANA IRAQÊ BIRYARA XWE BIDIN'

Mahîr Unal li ser girtina deriyên sînor bi ser Herêma Kurdistanê de jî destnîşan kir, ew li benda bicihanîna biryarên hikûmeta navendî ya Iraqê ne ku radestkirina deriyên sînorî ji Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye û ew dê piştî encama vê hewildanê biryara xwe bidin.

 

Bi heman mijarî:

Ji Barzanî peyama piştî referandûmê: Em amade ne guftûgoyên cidî bikin
Parlamentarê Sûriyê referandûma serxwebûnê pîroz kir
Ebadî 3 roj muhlet da Herêma Kurdistanê
"Divê Îran bi hestiyarî tevnegere"
PKK li ser referandûmê daxuyanî da
YE bangî Iraq û Hewlêrê kir: Pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
Rûsya: Em ê rîskên bo şirketên rûsî yên li Herêma Kurdistanê lêkolîn bikin
Bogdanov bersiva pirsyara bê referandûm dê istiqrarê têk bibe yan na da
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de