05:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan:Me digot qey Barzanî vê şaşiyê nake lê em şaş bûn

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de axivî û got," heta kêlîka dawî jî me digot, qey Barzanî dê şaşiyeke wiha neke, lê em şaş derketin".

    Erdogan di merasîma destpêka sala nû ya akademîk de axivî û tiştên sereke ji axiftina wî wiha ne:

    • Ya rast heta kêlîka dawî me digot ihtimal nedida ku (Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd) Barzanî şaşiyeke wiha bike lê em şaş derketin. Di serdemeke wiha de ku di tevahiya dîrokê de têkiliyên me di asta herî baş de ne. Ev biryar bêyî bi me bişêwire yan jî biaxive hat dayîn. Bi rastî jî îxanet e li welatê me.
    • 114 welatan Kosova nasîn lê mixabin hîn jî Kosova li cîhanê nebûye dewlet û hîn kêşeyên wê hene. Bakur Iraqê! tu yê bi Îsraîlê çi bi dest bixî? Ev siyasetê jî nizanin. Nizanin çawa mirov dibe dewlet û haya wan jî jê tine. Lê tenê dibêjin qey, bi gotina "me kir û bû" dê çêbibe. Dê çênabe û dê çênebe jî".
    • Niha em dest bi sepandina mueydeyan bikin, dê bi tenê bimîne. Hema kêlîka em vanayê bigirin dê ew kar bi dawî bibe. Hemû dahat û mahatên wî dê ji nav biçin. Gava tir neçin bakurê Iraqê, ew ne xwarin ne jî cil û bergan bi dest bixin. Ew ê bikevin rewşeke wiha. Çima? Em neçar in, mueyide. Wê çaxê Îsraîl dê ji kû û çi û çawa ji wan re bişîne. Bila kerem bike û bişîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê tirk: Ji hêla ekonomiyê ve pêwistiya me bi Barzanî heye
    Barzanî: Plana înşakirina xeta boriğe bi Rosneftê re bo kurdan bû moral
    Barzanî ji bo dawîanîna pirsgirêkên Kerkûkê kete tevgerê
    Mesrûr Barzanî: Em jî wek her neteweyê ne
    Barzanî daxwaza Fransayê red kir
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de