21:28 19 Hezîran 2018
Erdogan - Ala Tirk û Ala Amerîkayê

‘Erdogan em wî bajarî winda bikin em Tirkiyê winda dikin'

© REUTERS / Kevin Lamarque
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi, li ser îstîfaya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadir Toptaş gotarek nivîsand.

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe de got: "Serokomar Recep Tayyip Erdogan dibêje heke em Stenbolê winda bikin em ê Tirkiyeyê jî winda bikin."

Abdulkadir Selvi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Erdogan roja yekşemê di civîna şêwrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de got ‘heke em Stenbolê winda bikin em ê Tirkiyeyê jî winda bikin'. Erdogan bi saya Stenbolê kete siyaseta Tirkiyeyê. Lewma pir girîngiyê dide wî bajarî. Li bajêr 10 milyon dengdêr hene û ev jî bandorê li hemû Tirkiyeyê dike.

Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Di referanduma 16ê Nîsanê de navgîna Tirkiyeyê ji sedî 50.4 û rêje li Stenbolê di 48.65an de ma. Di hilbijartina serokomariya 2014an de jî dîsa rêjeya Stenbolê li gorî navgîna Tirkiyeyê ketibû. Erdogan ji bo ku pêşerojê dibîne dibêje Stenbol here wê Tirkiye jî ji dest here."

Bi heman mijarî:

Pûtîn, bi Erdogan re axivî
Şêwirmendê Erdogan: Serxwebûn were ragihandin em nikarin petrolê bifroşin
Erdogan û Rûhanî: Referandum wê kaosê bi xwe re bîne
Erdogan serdana Îranê dike
Erdogan: Em ê leşkeran bişînin Idlibê
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de