13:26 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Dogu Ergil

    Profesorê tirk: Heke Tirkiye li dijî Kurdistanê derkeve wê hemû kurdan winda bike

    Zanîngeha Çukurovayê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12900

    Nivîskarê tirk Prof. Dr. Dogu Ergil di axaftina xwe de ragihand ku heke Tirkiye li dijî Kurdistanê derkeve wê hemû kurdan winda bike.

    Nivîskarê tirk Prof. Dr. Dogu Ergil di axaftina xwe ya ji bo nirxandina referanduma serxwebûnê de got: "Ez bi xwe helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê ji bo qanihkirina raya giştî ya nîjadperest dibînim. Heke Tirkiye li hemberî Kurdistanê derkeve wê hemû kurdan winda bike."

    Dogu Ergil di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta îro Kurdistanê li hemberî Tirkiyeyê ti tehdîdek nekiriye. Li Iraqê ji xeyrî kurdan ti kesên din ku em bi wan re li hev bikin tuneye, divê em kurdan winda nekin. Heke Tirkiye bixwaze li herêmê polîtîkayan bimeşîne divê bi kurdan re li hev bike. Di vê çarçoveyê de meşandina dîplomasiyê ji bo herdu aliyan jî bi sûd e."

    Ergil ji bo daxuyaniya Lijneya Ewlehiya Niştîmanî ya Tirkiyeyê (MGK) ku derheqê referandumê de weşand got: "Mixabin li Tirkiyeyê daîma tirseke perçebûnê heye. Mafên bingehîn li ser tirsê têne bibîranîn. Heke hûn azadiyê biecibînin divê daxwaza azadiya kesên din xirab nebînin. Li gorî nêrîna min ev ji bo qanihkirina raya giştî ya nîjadperest e."

    Bi heman mijarî:

    Dogu Ergil: Tirkiye ji damezrandina Kurdistana mezin ditirse
    ‘Heke ji bo referandumê astengiyan derxînin em ê serxwebûnê îlan bikin'
    Ji Barzanî bo cihanê: Gelê Kurd sibê biryara xwe dide
    Tehran: Iraq ne cîranê me ye perçeyekî Îranê bi xwe ye
    Lavrov: Dibe ji xeyrî tunekirina hevalbendên terorê armancên cuda yên Amerîka hebin
    Zana ji NYê re nameyek şand û ji bo referandumê daxwaza piştgiriyê kir
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Nivîskarê tirk, Dogu Ergil, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de