13:24 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    ‘Bi eşkere li dijî miletek dijminatî tê kirin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir beriya civîna Parlamentoya Tirkiyeyê ku tê palnkirin teskereya leşkerî were gotûbejkirin diyar kir ku li dijî vê teskereya leşkerî derdikevin û em dixwazin kesên xwedî wijdan jî li dijî vê yekê derkevin.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Beriya civina taybet a Parlementoya Tirkiyeyê û biryar e tê de mijara teskereya leşekerî bête gotûbêjkirin, Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) regahind ku ew nabine şirîkê çi biryareke şerxwaz a hikumetê. Berdevkê HDPê Osman Baydemir heman demê helwesta CHPê jî rexne kir û bang ji parlementerên CHPê kir û ew lidijî giştpirsiyê nebin.

    Baydemir ji Rûdawê re axivî û gotiye ku, "Li Katalonya diçin refernandumê çima CHP, MHP û AKP çima ji bo wan tiştekî nabêjin. Bi aşkereyî dijminatiya miletekî tê kirin. Kurdan di dîroka xwe de axa kesî dagîr nekiriye û dijminatiya kesî nekiriye û nake jî. Gelê kurd tenê dixwaze qedere xwe tayîn bike."

    Yek ji sedemên bangawaziya Baydemir ew e ku di demên dawî de beşek berpirsên CHPê zimanê xwe li hember referandûmê dijwar kirine û CHP bi wan daxuyaniyên xwe êdî weke MHPê ya sekuler tê ditîn. Lêkolîner jî behsa wê yekê dikin ku CHP çi caran xwe nakokiyan rizgar nake.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim ji bo referandûmê: Dibe gavên leşkerî jî hebin
    Barzanî: Bila peyama min bi zelalî bigihîje rayedarên tirk
    Serfermandarê Artêşa Iraqê Osman Ganîmî çû Tirkiyeyê.
    Erdogan serdana Îranê dike
    Etîketan:
    referandûm, dijminatî, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de