11:59 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - tanka tirk

    Li sinorê Xaburê tevgera leşkerî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 12702

    Tetbîqata leşkerî ya Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) li deriyê sînor yê Xabur rê di roja 6an de berdewam dike. Piştî civîna Lijneya Ewlekariya Milî (MGK) li sînor tevgerîya leşkerî baldikişîne. Gelek tank û obus li eraziye hatine bi cîh kirin û berê wan li Herema Kurdistanê û çiyayê Cudî ye. Karsaz bifikarin ku derî were girtin.

    Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) li deriyê sînor yê Xabur ku di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyayê de ye, 6 roj berê dest bi tetbîqata leşkerî kiribu. Piştî civîna Lijneya Ewlekariya Milî (MGK) li sînor tevgerîya leşkerî baldikşîne. Tetbîqata ku piştî nîqaşên referanduma serxwebunê destpêkir di roja 6an de û piştî civîna MGKê bi tevgerîyek mezin berdewam dike. Tetbîqat, li eraziyê rexa parka tiran a 3 kîlometre dûrî Deriyê Sînorê Xabûrê ye tê kirin. Di tetbîqatê de piraniya wan tank gelek wesayîtên leşkerî cih digirin û gelek çekên giran baldikşîne. Beriyê hinek tank û obusan ber bi Herema Kurdistanê ve ye, hinek jî ber bi çiyayê Cudî ve ye. Gelek leşker jî beşdarî tetbîqatê bune û di nava rojê de tevgerî destpê dike û tank di nava eraziyê de manevra dike. Li sînor her roj diçe tevgerîya leşkerî zêde dibe.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    KARSAZ BIFIKARIN: FIKARA ME EW E KU DERİ WERE GIRTIN

    Di çun û hatina sînor de pirsgrêk tune ne. Gelek tir ji Tirkiye diçin Herema Kurdistanê an jî ji wir tên Tirkiyeyê. Lê karsazên heremê ji ber helwesta Tirkiyeyê ya li dijî referandumê bi fikarin. Serokê Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tirkiyê-İraq Nevaf Kiliç diyarkir ku divê sîyaset û bazirganî neyê tevlîhev kirin. Kiliç wiha dibêje: "Em dixwazin sîyaset û bazirganî bandorê li hev neke. İraq dewleta cîran ya ku herî zêde em bazirganiyê dikin e. Piştî Almanya dewleta duyemîn ya ku bazirganî tê kirin e. Aniha li deriyê Xabur tu pirsgirêk tune. Fikara me ew e ku derî were girtin. Heger wiha bibe ji Mersinê heta hemu bajara dê bandor bike. Dê pirsgirêkên mezin derkeve holê. Salê 700 hezar seferên me heye. Ev hemû hatinên aborî ye. Bi sedema ku li Iraqê hilberîn tune ji wir pereyên germ tê. Em daxwaz dikin ku bandorê li bazirganiyê neke."

    Bi heman mijarî:

    PKKê êrişî baregeha leşkerî kir: 2 kuştî 3 jî birîndar
    Serfermandarê Artêşa Iraqê Osman Ganîmî çû Tirkiyeyê.
    Balafirên şer li hemberî çeperên PKKê operasyon pêk anîn
    Wezîrê Karên Derveyê Iraqê derbarê pêvajoya piştî referandûmê de axivî
    Etîketan:
    tetbîqat, leşkerî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de