18:23 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim ji bo referandûmê: Dibe gavên leşkerî jî hebin

    © REUTERS/ Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5501

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Bianli Yildirim derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de got: "Emê li gorî rewşê biryara xwe bidin. Dibe gavên dîplomatîk, aborî û leşkerî hebin."

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li bajarê Kirşehirê bersiv da pirsên rojnamevanan û derbarê referandûma 25ê Îlonê ya serxwebûna Herêma Kurdistanê de axivî.

    Yildirim got: "Biryara referandûmê xelet e. Weke welatekî dost, me hemû hişyariyên xwe berî kirine. Lê diyare ku hişyariyên me negihiştine cihê xwe. Hê jî li ser xeletiya xwe berdewam dikin."

    Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir, ku hemû cîhan li dijî referandûmê ye û wiha berdewam kir:

    "Emê li gorî rewşê biryara xwe bidin. Dibe gavên dîplomatîk, aborî û leşkerî hebin. Dê berdêleke vê biryarê hebe û kesên ku ev biryar dane dê berdêla wê jî bidin. Ev ne pirsa birayê me yê kurd e."

    Li ser pirsa: "Gelo dibe operasyoneke dersînor jî were kirin?", Yildirim got: "Bê guman. Bijardeyên ewlekarî, aborî û siyasî hene. Kîjan bijarde kengî bibin dê dem vê yekê diyar bike. Şert û merc dê vê yekê diyar bike."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan serdana Îranê dike
    ‘Artêşên Rûsya û Amerîkayê li Sûriyê hevdîtinan didomînin’
    Misirê li ser referandûma Kurdistanê daxuyanî da
    Tirkiyê bang li Herêma Kurdistanê kir: Dev jê berdin û betal bikin!
    Etîketan:
    leşkerî, referandum, Binali Yildirim, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de