18:15 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Bekir Bozdag

    Tirkiyê bang li Herêma Kurdistanê kir: Dev jê berdin û betal bikin!

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 4502

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag piştî civîna Desteya Wezîrên Tirkiyê ku li pey civîna Lijneya Ewlekariya Milî (MGK) civiyabû, daxuyanî dan.

    Desteya Wezîrên Hikûmeta Tirkiyê bi Seroktiya Serokomar û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.

    Di dawiya civînê de Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag li ser referandûma Herêma Kurdistanê got, "Hemû welatên cîran li dijî ne. Banga me ji Rêveberiya Herêmî, dev jê berdin û betal bikin."

    'REFERANDÛMEKE XEYRÎ MEŞRÛ YE'

    Bozdag da zanîn ku wan di civînê de, li ser hemû îhtimalên piştî referandûmê bi berfirehî nirxandin kirine û got, "Referandûmeke xeyrî meşrû ye. Komara Tirkiyê ji destpêkê ve helwesta xwe diyar kiriye. Ev referandûm ji gefên nû yên bo aştî û ewlekariya herêmê re namzed e."

    Bozdag anî ziman ku referandûm ne mijareke bi hestiyarî nêzîkayî lê bê kirin e û got, "Civaka navdewletî got ku ew li dijî ne. Herwiha civakên li herêmê dijîn jî li dijî referandûmê ne. Herwiha ne tenê Kurd li herêmê dijîn, li ser wê erdnigariyê civakên olî û pêkhateyên din jî dijîn. Hîn jî babetên nakokî li ser heye nehatine safîkirin. Em bang li Rêveberiya Herêma Kurd dikin. Bi aqlê selîm tevbigerin û dev ji referandûmê berdin."

    'TIRKIYE PAŞXISTANA REFERANDÛMÊ QEBÛL NAKE, DIVÊ NEYÊ DUBAREKIRIN'

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê di berdewamê de destnîşan kir, "Tirkiye herwiha li dijî paşxistina referandûmê ye jî. Ger wisa be, ev tê wateya ku em ê li dahatuyê pêkanîna wê qebûl bikin. Divê bi awayekî dubare nebe were betalkirin. Tirkiye paşxistinê qebûl nake."

    Bozdag herwiha da xuyakirin ku li civîna MGKê bi hemû aliyên xwe referandûm hatiye ser masê û li civîna wezîran jî hemû tedbîrên werin standin hatine gotûbêjkirin.

    'WÊ TIRKIYE LI GOR BERJEWENDIYÊN MILET Û WELAT MIJARÊ BIŞOPÎNE'

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê di dawiyê de dubare got, "Dê Tirkiye mijarê ji niha pê de jî bi aqlê selîm û li gorî berjewendiyên milet û welatê me bişopîne. Banga me ji rêveberiya herêmî; dev jê berdin û betal bikin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Dengdana referandûma serxwebûnê destpê kir: Kurdekî li Çînê dengê xwe da
    Parlamentarê AK Partiyê, rêya destwerdana Mûsil û Kerkûkê nîşan da
    Serokomariya Iraqê: Em biryara KENYê pêşwazî dikin
    Lavrov: Rûsyayê li ser astengkirina têkoşîna terorê Amerîka agahdar kir
    MGK: Referandûma ‘Bakurê Iraqê’ nemeşrû ye, nayê qebûlkirin
    Mcgurk bo referandûma Kurdistanê: Li pişt deriyan hevdîtin didomin
    Li Şingalê teqîn: 3 kesan can da
    'Amerîka di rêya HSDê re Rûsyayê diceribîne'
    Lavrov derbarê Iraqê de daxuyanî da
    Ji parlamanterên HDPê yên jin re mikrofon hat qedexe kirin!
    Etîketan:
    Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de