20:14 18 Hezîran 2018
Barzanî li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Îraqê Caferî re civiya

Wezîrê Iraqê: Em ê piştî referandûmê bi Kurdistanê re gotûbêjê bikin

© Foto: presidency.krd
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî derbarê pêkanîna gotûbêjan di navbera Bexda û Hewlêrê de yên piştî referandûmê, daxuyanî da.

Piştî ku Herêma Kurdistanê ragihand ku referandûm dê li dema xwe ya diyarkirî de were kirin, Wezîrê Derve yê Îraqê Îbrahîm Caferî ragihand, "Piştî referandûmê jî em dê li gel Herêma Kurdistanê gotûbêjê bikin."

Caferî ji televizyona Rûdawê re da xuyakirin ku referandûm ne di berjewendiya Iraqê de ye, lê gotûbêj baştirîn çareserî ye.

Caferî herwiha diyar kir: "Pêwîst e em hemû bi hev re kar bikin, piştî referandûmê jî em deriyên gotûbêjan danexin."

'HER SÊ DEWLET DIBÊJIN, REFERANDÛM NE LI BERJEWENDIYA KURDAN E'

Îbrahîm Caferî li ser civîna New Yorkê ya Wezîrên Derve yên Tirkiye, Îran û Iraqê jî wiha axivî: "Xalên hevbeş di navbera her sê dewletan de li ser mijara referandûmê hebûn û ew jî ev bûn, ku referandûm di berjewendiya Herêma Kurdistanê de nîne û di berjewendiya Iraq û Tirkiye û Îranê de jî nîne."

 

Bi heman mijarî:

Li Stenbolê balafir ji ser pîstê şemitî û şewitî
Îbrahîm Halîl Baran: Çima ku em pêşengiya fikrê Kurdistanî dikin, ji me nerazî ne
Li Colemergê şer: Leşkerek mir, 4 jî birîndar bûn
Muslim li ser hilbijartinên Rojava got: Em ji bo rêvebirina xwe destûrê ji kesî nexwazin
Parlamentoya Tirkiyê bi lezgîn dicive: Referandûm û tezkereya dersînor di rojevê de ye
Merasîma Xelatên Apê Musa hat qedexekirin
Barzanî daxwaza Fransayê red kir
Etîketan:
İraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de