18:22 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Nivîskar û Serokê Giştî yê PAKURDÊ Îbrahîm Halîl Baran

    Îbrahîm Halîl Baran: Çima ku em pêşengiya fikrê Kurdistanî dikin, ji me nerazî ne

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 26730

    Nivîskar û siyasetmedarê Kurd, Serokê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran ku 11ê Rêbendana 2017an bi hinceta karûbarên siyasî û parvekirinên medya civakî hatibû binçavkirin, piştî 3 mehên girtîgehê hatibû berdan, lê dadgehê bi hinceta propagandaya ‘rêxistina terorê-PKK’ 20ê Îlonê ji nû ve cezayê girtîgehê lê birî.

    PAKURDê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Giştî yê partiyê Îbrahîm Halîl Baran İbrahim Halil Baran û endamê dîwanê Serdar Erdem li dadgehên Riha û Mêrdînê derketine pêşberî dadgehê û ji bo Baran salek û 6 meh, ji bo Erdem jî salek û 9 meh cezayê girtîgehê bi hinceta propagandaya ‘rêxistina terorê' li wan hatiye birîn.

    Serokê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran li ser biryara dadgehê û helwesta li dijî partiya wan û Kurdên Tirkiyê û herwiha derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de, ji Spûtnîkê re axivî.

    ‘DOZÊN LI MIN HATINE VEKIRIN PÛÇ Û VALA NE'

    Baran diyar kir, "Wek hevalên min di destpêkê de du doz li min jî hatin vekirin. Yek propagandaya terorê ye a din jî tê gotin ku min heqaret li şexsê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye. Lê ew jî dozeke pûç û vala ye. Lê niha dozger dixwaze dozeke din veke. Ew jî bi navê xwe yê meşhûr 301 tê gotin. Ji ber ku min gotiye "Tirk li Kurdistanê dagirker in" dibêjin te li gelê Tirk heqaret kiriye."

    Îbrahîm Halîl Baran li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê
    © Sputnik/
    Îbrahîm Halîl Baran li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê

    ‘EM PARTIYEKE SERBIXWE NE Û LI DIJÎ ŞIDETÊ NE'

    Baran li ser cezayê bo wî û hevalên wî hatine birîn got, "Bi ya min va cezayên hatine dayîn ne hiqûqî ne lê biryarên siyasî ne. Xelk û alem dizane ku em partiyeka serbixwe ne, li dijî şiddetê ne û ti têkiliya me jî bi ne bi PKKê re ne ji bi rêxistineka din re heye. Lê wekî her tim em wek netewperwerên Kurd di çavê dewleta Tirkan de sûcdarên potansiyelin û dixwazin pêşiyê li me bigirin. Çendeke li bakurê Kurdistanê em pêşengiya fikrê Kurdistanî dikin û ji her du seriyan jî aliyên nerazî hene."

    'EM JI KERÊ XWE PEYA NABIN!'

    Serokê PAKURDê bal kişand ser ku 17 rêvebirên wan hatine girtin, îşkenceyên giran li wan hatine kirin û îro jî ceza li wan têne birîn û got, "Dîsa jî em ji kerê xwe peya nabin."

    Baran di berdewamê doza ku wî vekiriye bibîr xist û got, "Bes min jî li dewleta Tirkiyê dozek vekir. 13 rojan li min îşkence hate kirin û gelek hestiyên min hatin şikandin. Lê ew doz nehate qebûl kirin û mehkemeyan ew red kirin. Em mecbûr man ku dozê bibin Mehkemeya Anayasê (Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê). Ger ji wir jî tiştek dernekeve —ku bawer nakim jî derkeve- ezê biçim mehkema Ewropa ya mafê mirovan (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME)."

    ‘DI DEMEKE NÊZÎK DE EM Ê JÎ BIBIN XWEDIYÊ DEWLETEKÊ'

    Siyasetmedarê Kurd herwiha referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê jî bi bîr xist û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Niha em wek miletê Kurdistanê di dewreke dîrokî re derbas dibin. Di demeke nêzîk de wê em jî bibin xwediyê dewletekê. Niha perçeyek e lê ez dizanim ku wê parçeyên din jî bi wê re bibin yek. Belê ew rewşa Rojhilata Navîn wê bi temamî biguhêrîne lê dinya mecbûrî vê ye. Îro dewletên dor me îtîraz dikin, ew jî tebiî ye. Lê boş e. Bi ya min lazim e bi rehetî ji Kurdistanê vekişin. Îro Başûrê Kurdistanê û Barzanî biheqî pêşengiya vê demê dikin. Divê her Kurd pişt wan bigire."

    Bi heman mijarî:

    Li Colemergê şer: Leşkerek mir, 4 jî birîndar bûn
    Muslim li ser hilbijartinên Rojava got: Em ji bo rêvebirina xwe destûrê ji kesî nexwazin
    Parlamentoya Tirkiyê bi lezgîn dicive: Referandûm û tezkereya dersînor di rojevê de ye
    Merasîma Xelatên Apê Musa hat qedexekirin
    Mehmûd Osman: Kurd ne di rojeva Amerîkayê de ne
    Barzanî daxwaza Fransayê red kir
    Civîna Encûmena Referandûmê û Barzanî dest pê kir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de