05:43 23 Hezîran 2018
Parlamentoya Tirkiyê TBMM

Parlamentoya Tirkiyê bi lezgîn dicive: Referandûm û tezkereya dersînor di rojevê de ye

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Parlamentoya Tirkiyê beriya encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê li 25ê Îlonê, bi awayekî awarte civînekê li dar dixe.

Wekîlê Serokê Koma Ak Partiyê li Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Elitaş ragihand ku dê parlamento roja Şemiyê 23yê Îlonê bicive.

Li gor nûçeyên medya Tirkiyê civandina lezgîn a parlamentoyê bi hinceta referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ye ku li 25ê Îlonê tê encamdan.

Herwiha tê ragihandin, dê li parlamenê gotûbêj li ser dorpêçên bo Herêma Kurdistanê yên piştî referandûmê û tezkereya destwerdana leşkerî ya derveyî sînoran jî werin kirin.

​Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Amerîkayê dabû xuyakirin, wan Civîna Lijneya Ewlekariya Milî bi hinceta referandûma Herêma Kurdistanê kişandiye 22yê Îlonê û ew dê li wir hin biryaran li ser mijara referandûmê bistînin.

 

 

Bi heman mijarî:

Merasîma Xelatên Apê Musa hat qedexekirin
Mehmûd Osman: Kurd ne di rojeva Amerîkayê de ne
Barzanî daxwaza Fransayê red kir
Civîna Encûmena Referandûmê û Barzanî dest pê kir
Şêwirmendê Barzanî: Em ji bo paşxistina referandûmê re amade ne
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de