17:05 19 Hezîran 2018
selahattin demirtaş

Demirtaş diyarî ji Kiliçdaroglu re şand

© Sputnik / Alexey Kudenko
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa Fê ya Edirneyê girtiye, pitûka xwe yê çîrokan wek diyarî ji Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re şand.

Selahattin Demirtaş
© AP Photo / Petros Giannakouris
Li gorî daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pirtûka çîrokan ‘Seher' li ser daxwaza Demirtaş ji Kiliçdaroglu, cîgirên serokan û parlamneterên CHPê re wek diyarî şandine.

Pirtûka Demirtaş ku di girtîgehê de nivisî û ji 12 çîrokan pêk te ‘Seher' di 16ê Îlonê de hatibû weşandin. Hatibû ragihandin ku ji ber pirtûka Demirtaş zêde hat firotin, roja duşemê çapa duyem hatibû weşandin.

Çîrokên pirtûka Demirtaş wiha ne:

Mêrê di nava me de, Seher, Paqijvan Nazo, Ne wek hûn dizanin, Silav ji Çevên Reş re, Name ji Komîsyona Xwendina Maneyê ya Girtîgehê re, Keça Deryayê, Ecîna Helebê, Ax, Asûman!, Hesabdîtina bi diya min re, Wekê Dîrokê Tenê, Dawiya wê dê Bêhempa be.

Bi heman mijarî:

Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand
Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
‘Kes darizandina Demirtaş naxwaze bike'
Avakarê AKPeyî: Ji bo ku Demirtaş û Yuksekdag daxwaza edaletê dikin, ma ez dev jê berdim
Etîketan:
pirtûk, diyarî, Kemal Kiliçdaroglu, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de