23:41 21 Sibat 2018
Zindî
    Ahmet Turk

    Ahmet Turk: Di xeyala her Kurdî de Kurdistaneke serbixwe heye

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 20

    Serokê Şaredariya Bajarê Mêrdîn ê berê Ahmet Turk di axaftina xwe de ragihand ku em bi dil û can piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê dikin.

    Serokê Şaredariya Bajarê Mêrdîn ê berê ku ji wezîfeyê hat dûrxistin Ahmet Turk di hevpeyvîna xwe ya K24ê de got: Di xeyala her Kurdî de Kurdistaneke serbixwe heye. Em bi dil û can piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê dikin. Ji bo civaka navneteweyî daxwaza gelê kurd fêhm bike divê di referandumê de dengekî bilind ‘erê' derkeve."

    ‘DIVÊ DENGÊ ‘ERÊ' YÊ REFERANDUMÊ BILIND DERKEVE'

    Ahmet Turk di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Ji bo hemû cîhan vê daxwaza kurdan bibîne, di referandûmê de derketina bi dengekî bilind 'erê' giring e. Yanî tabî hêviya me ew e ku hemu kurd, partiyên Herêma Kurdistanê di referandumê de dengê xwe bidin û piştî biryar hat dayîn divê gelê herêmê bi dengekî bilind li referandumê xwedî derkeve. Yanî piştî ku ew biryara hat dayîn 25ê Îlonê wexta referandumê dengekî bilind dernekeve hemu dinyayê yê referandumê bînin ziman yê niqaş bikin wê bejin waye kurd jî naxwazin. Divê kurd hisabê vê bikin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: Divê gelê me vê zilmê jibîr neke
    Erdogan bertek nîşanê berdana Ahmet Turk da: We çawa berda?
    Ahmet Turk beşdarî meşa Kiliçdaroglu dibe
    Ji Ahmet Turk daxuyaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê
    'Divê Ahmet Turk û Meral Akşener bibin cîgirên Serokê Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    Siyasetmedarê kurd, Referanduma serxwebûna kurdistanê, Ahmet Turk, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de