13:23 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Turkey's President Tayyip Erdogan addresses his supporters during a ceremony marking the first anniversary of the attempted coup in front of the Turkish Parliament in Ankara, Turkey July 16, 2017.

    Erdogan ji bo şagirtên ku diçin derveyê welat got: Hemû dibin sîxur

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6501

    Serokomar Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku piraniya şagirtên ku diçin derveyê welat kesatiya xwe winda dikin û bi çanda dewletên rojava vedigerin welatê xwe.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Amerîkayê di axaftina xwe ya civîna Weqfa TURKENê de got: "Piraniya şagirtên ku diçin derveyê welat kesatiya xwe winda dikin û bi çanda dewletên rojava her yek wekî sîxurekî xwebexş vedigerin welatê."

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev nêzîkî du sal in ji bo perwerdehiyê şagirt diçin derveyê welat. Ji bo pêşiyê li ber qelsbûna dewletê bigrin ji dewrên dawî yên Osmaniyan ve şagirt diçin derveyê welat. Niyeta şandina şagirtan gelekî dilpak bû lê hedef nehat bidestxistin."

    Serokomar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piraniya kesên ku ji bo fêrbûna zanîn û ilm çûne welatên rojava kesayetiya xwe winda kirin, tenê çanda wan girtin û her yek wekî ajanekî xwebexş vegeriyan welatê xwe."

    Bi heman mijarî:

    Dogu Perinçek ji bo Erdogan tiştên ecêb û balkêş gotin
    Erdogan: Em ne teref in, destûra dewleta serbixwe nadin
    Erdogan: Em Hewlêrê vedixwînin ku dev ji hewildana referandûmê berde
    Çavuşoglu derbarê hevdîtina Erdogan û Esad de daxuyanî da
    Erdogan bi nûnerên saziyên yahudî re civînek li dar xist
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de