00:43 26 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Em ne teref in, destûra dewleta serbixwe nadin

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê ragihand, ew dê li civîna Lijneya Milî ya Ewlekariya Tirkiyê (MGK) ya roja Înê (22yê Îlonê) bi sedema encamdana referandûma serxwebûnê, biryara dorpêçên ser Herêma Kurdistanê bidin.

    Serokomarê Tirkiyê li Forûma Kurewî ya Kar a Bloombergê axivî û derbarê referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê de daxuyanî dan.

    ERDOGAN: EM Ê LI MGKÊ BIRYARA DORPÊÇÊN SER KURDISTANÊ BIDIN

    Erdogan got ku ew destûrê nadin dewleta serxwebixwe ya Kurdan û bi bîr xist ku ew dê li civîna MGKê biryara dorpêçên ser Herêma Kurdistanê bidin.

    Erdogan li ser mijarê wiha axivî: "Wek Tirkiye helwesta me tim eynî bûye, anku yekbûna erda Iraqê ye. Em îro jî li heman deverê ne û min nûnerên xwe yên taybet şandin cem Barzanî û got, nebî ku hûn xetayeke wiha bikin. Em cîranên hev ên xwedî sînorên 350 kîlometran in. Şaşîyeke wiha nekin. Mixabin ev şaşî kirin."

    'EM DESTÛRÊ NADIN'

    Erdogan herwiha got, "Li 27ê mehê civîna min a MGKê hebû. Çawa vegerim, em roja înê li Enqerê MGKê dicivînin. Em ê li civîna MGKê biryara cureyên dorpêçan û sepandina wan bidin. Em ê biryarê ji hikûmetê re bişînin. Ew ê jî li civîna Lijneya Wezîran biryarê bidin. Em li Iraqê ne terefê ragihandina dewleta serbixwe ne. Em destûrê nadin."

    Serokomarê Tirkiyê herwiha daxwaz ji Barzanî kir: "Ez hêvî dikim ku heta 25ê Îlonê Birêz Barzanî û kesên li gel wî, ji vê biryara xelet vegerin û Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê xebatên xwe bidomîne."

     

    Bi heman mijarî:

    ENKSê ji bo hilbijartinên Rojava banga boykotê kir
    Barzanî û Hêro Xan li ser referandûmê axivîn
    Lavrov: Helwesta Amerîkayê ya dijî pêkanîna peymana nukleerî cihê fikarê ye
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: 10 mezrik hatin kontrolkirin
    Serokê Komisyona Referandûmê: Her kes dê roja duşemê dengê xwe bide
    'Duyem mezintirîn şirketa amerîkî Chevronê piştî du salan bîra xwe li Kurdistanê kola'
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de