00:58 26 Nîsan 2018
    Apê Mûsa

    'Apê Mûsa' li cihê ku hatibû qetilkirin hat bîranîn

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Zana û rewşenbîrê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) li cihê ku lê hatibû kuştin, hat bibîranîn. Kurê Apê Musa Dicle Anter di merasimê de axivî û anî ziman ku dema bavê wî rojnamevanî di kir rojnamevan di hatin kuştin, îro jî rojnamevan tene girtin.

    Îro 25emîn salvegera kuştina nivîskarê navdarê kurd Musa Anter (Apê Mûsa) ye. Weke her sal îro jî Apê Musa li cihê ku hatibû kuştin hat bibîranîn. Merasîma bîranîna Apê Mûsa li taxa Seyrantepe ya Amedê û li cihê ku rastî êrişa çekdarî hatibû, hat lidarxistin.

    Di merasîmê de ku ji aliyê İnîsîyatîfa Rojnamevanên Azad ve hatibû organîzekirin, parlamenterên HDPê, kurê Apê Mûsa Dîcle Anter, nûnerên saziyên sivîl û hejmarek welatî beşdar bûn. Berdevkê İnîsîyatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan di merasime de axivî û behsa Apê Musda kir. Boltan bang li ciwanan kir ku pirtukê Apê Musa bixwînin.

    Piştre parlamantera HDP Sibel Yigitalp axivî û anî ziman ku ew qas sal derbas bu lê hêj buyer nehatîye ronî kirin. Yigitalp wiha axivî: "Musa Anter di her darbeyê de hat girtin. Dema ku di got ‘pirsgirêka kurd rastî cezeyan di hat. Apê Musa li hember hemû zext û zorîyan herdem li berxwe da.

    Kurê Apê Musa Dicle Anter jî di merasimê de axivî û anî ziman ku dema bavê wî rojnamevanî di kir rojnamevan di hatin kuştin, îro jî rojnamevan tene girtin. Anter wiha axivî: "Zextên li ser Rojnameya Gundem bi dawî nebu. Piştî rêvebirên rojnameyê hatin girtin hinek rewşenbir ji bo piştgiriyê berdewam kirin lê ew jî hatin girtin. Em weke zarok û newiyên Apê Musa em ê di rêya wî de bimeşin."

    Piştî axaftinan kesên beşdar bûn qurnefîl danîn li cihê ku Apê Mûsa hat qetilkirin. Apê Mûsa wê li ser gora xwe li gundê Stîlîlê ya Nisêbînê jî bê bibîranîn.

    Bi heman mijarî:

    Enstîtûya Kurdî ku serokê wê yê pêşîn Apê Musa bû deriyê wê hat morkirin
    ‘Apê Mûsa' hate bîranîn
    Lehenga kurd Leyla Qasim tê bîranîn
    Qurbaniyên êrîşa metroyê li St. Petersburg û Moskowê hatin bîranîn
    Qazî Muhamed û hevalên wî li Amedê hatin bîranîn
    Etîketan:
    Bîranîna Apê Mûsa, Musa Anter, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de