18:04 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kurdish people attend a rally to show their support for the upcoming September 25th independence referendum in Duhuk, Iraq September 16, 2017

    Ji 100 kesên navdar piştgirîya referanduma serxwebûnê

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 30

    100 kesên navdar ku di navde nivîskar, karsaz, rojnamevan, hiquqnas, parasvanên mafên mirovan, bijişk û ciwaknas jî heye ji bo referaduma serxwebuna Kurdistanê piştgirî xwe ragihandin.

    Ji bo referanduma serxwebuna Herema Kurdistanê 100 kesên navdar ragihandin ku piştgirî didin referandumê. Di navde hiquqnas, rojnamevan, nivîskar, ciwaknas, karsaz, parasvanên mafên mirovan jî heye bi belavokekê ji bo referandumê piştgirîya xwe ragihandin. Di belavoka ku hate weşandin wiha tê gotin: "Li gorî xalbenda 1ê ya Peymana Cot a mêjoya 1966ê ya Neteweyên Yekbûyî; ‘Hemû gelan, mafê aşkerekirina çarenivîsa xwe heye. Li gorî vî mafî ew dikarin bi awayekî serbest statûya xwe ya siyasî diyar bikin û bi serbest dikarin pêşketina xwe ya aborî, civakî û çandî pêk bînin.' Rêveberîya Herêma Kurdistanê, di çarçoveya vî mafî de biryar e ku 25ê îlona 2017an referandûma serxwebûnê li dar bixe.

    ‘REFERANDUMA SERXWEBUNÊ MAFEKİ REWA Û DEMOKRATÎK E'

    Di berdewama belavokê de wiha hat tê gotin: "Em kesên li jêrî îmzeya wan heye; Referandûma serxwebûna Kurdistanê, wekî mafekî rewa û demokratîk ê gelekî dibînin û em piştgiriya vê biryarê dikin. Em gazî sazî û şandeyên serbixwe yên navneteweyî dikin da ku bên û pêvejoya referandûmê bişopînin. Em dixwazin her kes rêzê li encamên referandûmê bigire û îradeya demokratîk a peyda dibe nas bike. Em bawer dikin ku Kurdistaneke serbixwe ji bo aştî, ewlehî û îstîqrara Rojhilata Navîn bi sûdwer û mifadar e. Em vêya bi rêz û hurmet Ji raya giştî re radigihînin."

    Yen ku imze avêtinê belavokê wiha ne:

    Abdulbaki Erdoğmuş, Abdullah Keskin, Abdurrahman Aslan, Adnan Güllüoğlu, Ahmet Faruk Ünsal, Ahmet Özmen, Ahmet Sayar, Ahmet Sevim, Alaattin Epözdemir, Ali Fuat Bucak, Arzu Yılmaz, Ayetullah Aşitî, Barış Yavuz, Bedrettin Karaboğa, Berivan Bingöl, Beşir Yılmaz, Bilal Medeni, Brusk Solduk, Burç Baysal, Emine Uçak, Erkan Azizoğlu, Eta Pektaş, Fahriye Adsay, Faruk Balıkçı, Fehim Işık, Ferda Cemiloğlu, Feridun Taş, Fikrî Amedî, Fuat Elçi, Fuat Önen, Gafur Türkay, Gülçin Avşar, Günay Aslan, Hamit Çakan, Hüseyin Kalkan, Hüseyin Sarıgül, Hüseyin Siyabend Aytemur, İbrahim Halil Küçük, İlyas Buzğan, İrfan Aktan, İrfan Burulday, Kadri Salaz, M. Xalid Sadînî, Mehmet Alkış, Mehmet Baykara, Mehmet Emin Aktar, Mehmet Kaya, Mehmet, Rauf Çiçek, Mehmet Sanrı, Mehmet Vural, Mesut Yeğen, Muharrem Erbey, Murat Timur, Mustafa Özer, Mücahit Bilici, Müzeyyen Nergiz, Naif Bezwan, Nakşi Sayar, Necat Özdemir, Necdet İpekyüz, Nevin İl, Nurcan Baysal, Nurettin Elhüseyni, Nuşirevan Elçi, Ömer Faruk Gergerlioğlu, Raci Bilici, Reha Ruhavioğlu, Reyhan Aktar, Reyhan Yalçındağ, Rojbin Tugan, Roşan Lezgin, Sabahattin Korkmaz, Sabih Ataç, Sabri Vesek, Sait Sever, Sedat Yurtdaş, Seher Akçınar Bayar, Seid Veroj, Selahattin Çoban, Selçuk Mızraklı, Selim Ölçer, Selim Temo, Sıtkı Zilan, Suat Bükün, Şahismail Bedirhanoğlu, Şehmus Ülek, Şemsettin Koç, Şerafettin Kaya, Şerif Derince, Talat İnanç, Tarık Ziya Ekinci, Umamettin Yetiz, Ümit Fırat, Vahap Coşkun, Veli Encu, Yakup Aslan, Yaşar Abdulselamoğlu, Yüksel Avşar, Zahit Çiftkuran, Zozan Özgökçe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em naxwazin niha behsa nasîn û nenasîna encamên referandûmê bikin
    'Referandûma serxwebûnê dê daxwaza kurdên Tirkiyeyê ya cihêbûnê xurt neke'
    Amerîka ji bo ewlehiya referandumê hêzên xwe yên taybet şandin Kurdistanê
    HSDê 80% ji Reqayê rizgar kir
    Barzanî: Gelek dewlet amade ne serxwebûna Kurdistanê nas bikin
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de