10:29 23 Nîsan 2018
    Ahenga piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê

    'Referandûma serxwebûnê dê daxwaza kurdên Tirkiyeyê ya cihêbûnê xurt neke'

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Serokonsulê berê yê Tirkiyeyê li Hewlêrê Aydin Selecan destnîşan kir ku referandûma Kurdistanê ne tehdîd e ji bo Tirkiyeyê û wiha pê de çû, " bêtirî nîvî hilbijêrên kurd ên HDPê ne û nêzîkî 40% jî yên AKPê ne. Nafikirim ku ji i bilî van jî, tevgerên siyasî yan jî partiyên bi girse hebin ku cihêbûnê diparêzin."

    Referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê ku tê plankirin di 25ê vê heyvê de roja duşemê pêk were nêzîk dibe û pê re jî gengeşe li ser zêde dibin. Îranê ragihandibû ku serxwebûn were ragihandin, dê dergehên sînorî bigirin û hemû rêkeftinên xwe bi herêma Kurdistanê re betal bikin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got, referandûm dê bibe sedema bêistiqrarî û şerî lê got, ew dê hêzê bi kar neyênin. Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Civîna Elwekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê ku dê mijara sereke ya wê referandûma serxwebûna Kurdistanê be, ji 27ê Îlonê bo 22 Îlonê kişand.

    "JI BILÎ REFERANDÛMÊ TI IHTIMAL LI BER BARZANÎ TINE"

    Serkonsulê Tirkiyeyê yê berê li Hewlêrê Aydin Selecan derbarê mijarê de ji Spûtnîkê re axivî.

    Selecan destnîşan kir ku referandûma serxwebûna Kurdistanê dê pêk were û wiha pê de çû: "Ez wiha difikirim ku ji bilî wê ti ihtimaleke din ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tine. Birêveberiya Herêma Kurdistanê dê referandûmê pêk werîn û dê encamên wê tomar bike. Lê ev ne tê wateya ragihandina serxwebûnê ne jî nasîna ragihandina serxwebûnê."

    "RAGIHANDINA SERXWEBÛNÊ BIXWE JÎ, NE TEHDÎD E JI BO TIRKIYEYÊ"

    Berovajî teza Enqereyê, Selecan diyar dike ku ragihandina serxwebûnê, dê nebe tehdîd li ser Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Di nerîna min de, referandûma serxwebûna Kurdistanê di çarçoveya min li jorê diyar kiriye de yan heta ragihandina serxwebûnê, ne tehdîd e li dijî berjewndî û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ye."

    "BÊTIRÎ NÎVÊ HILBIJÊRÊN KURD DENGÊ XWE DIDIN HDPÊ"

    Herwiha konsulê tirk îdîa kir ku referandûma herêma Kurdistanê ti bandorê li kurdên li Tirkiyeyê nake û wiha got: Nîvê nifûsa kurdan welatiyên Tirkiyeyê ye. Ev welatî wek her kesî bi rêyên siyasî yên cuda xwe derdibin. Bêtirî nîvê hilbijêrên kurd ên li Tirkiyeyê yên HDPê ne û nêzîkî 40% jî piştgiriya AKPê dikin. Nafikirim ku ji i bilî van jî, tevgerên siyasî yan jî partiyên bi girse hebin ku cihêbûnê diparêzin. Lê di nav siyasetmedarên kurd de, hene yên ku daxuyaniyên 'cudaxwaz' bi kar tînin."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin
    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Pisûlayên referandûma Kurdistanê hatin amadekirin
    Bexdad referandûma Kurdistanê red dike û dihesibîne ku anegorê NY jî derqanûnî ye
    Etîketan:
    Aydin Selecan, recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de