14:54 19 Nîsan 2018
    Parlamentoya Kurdistanê

    Enreqe wê li hemberî Kurdistanê çi mueyîdeyan pêk bîne?

    © Foto : krg.org
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî îdîayan piştî lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê di Lijneya Wezîran û Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê de wê hinek mueyîdeyên ekonomîk û dibe mudaxeleya leşkerî were rojevê.

    Rêvebiriya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ragihand ku wê referanduma Kurdistanê ya 25ê Îlonê nas neke. Piştî daxuyaniyê wezaret û Sererkaniya Tirkiyeyê ji bo sepandina mueyîdeyên li ser Kurdistanê kete lêkolînê. Dosyeya encamê lêkolînê wê di civîna Lijneya Ewlehî de were ser masê.

    Li gorî nûçeya Bahar Bakira rojnameya Haberturkê heke Herêma Kurdistanê dev ji biryara lidarxistina referanduma serxwebûnê bernede wê mueyîdeyên ekonomîk û mudaxeleya leşkerî were sepandin.

    Li gorî îdîayan Enqere dest pêkê wê konsolxaneya xwe li Hewlêrê bigre, ji bo mueyîdeyên ekonomîk ji girtin û hetanî guherîna deriyên sînor ê Xêbûr, Derecik, Gulyazi û Uzumluyê jî wê li ser masê bihêle, hêsaniyên ku ji bo bazirganiyê hatibûn kirin dê werin rakirin û dibe xeta borî ya petrolê were sînordarkirin û projeya xaza siruştî ku ji Hewlêrê digihîje Şirnexê were rawestandin.

    Herî dawî heke li Kerkûkê li hemberî tirkmenan êrişek were kirin dibe Tirkiye mudaxeleya leşkerî jî pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Erebên Mûsilê: Em ê ji bo referanduma serxwebûnê herin dengdanê
    KCDê piştgirî da referanduma serxwebunê
    Konseya Ewlehî referanduma serxwebûn a Kurdistanê qebûl nekir
    Erdogan û Macron ji bo betalkirina referanduma serxwebûnê dikevin hewldanê
    Yekemîn car e ku Amerîka derheqê referanduma serxwebûnê de daxuyaniyeke wiha dide
    ‘Ji bo NY û Amerîka garantî neda, me referanduma serxwebûnê bi paş nexist'
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Rêvebiriya Tirkiyeyê, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de