18:24 22 Cotmeh 2017
Zindî
    KCD

    KCDê piştgirî da referanduma serxwebunê

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 230 0 0

    KCDê di encamnameya xwe de piştgirî da referanduma serxwebunê Herêma Kurdistanê û diyar kir ku, "Wekî hemû gelên dinyayê, mafê kurdan jî heye ku çarenûsa xwe diyar bikin û ev yek rewaye, mafekî ku kes nikare li dijî wê derkeve û li gorî mafên gerdûnî ye. Dê em bi gelên xwe yên Herêma Kurdistanê re di nava tevkariyê de bin."

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya 8emîn Kongreya xwe ya Asayî aşkare kir. Di encamnameyê de pêvajoya sîyasî ya Tirkiyeyê hat nirxandin û wiha hate gotin: "Ev sedsala ku em sedemîn sala peymana Sykes-Pîcot li pey xwe dihêlin de, di dîroka gelê kurd bû pêvajoyeke wêrankirin, komkujî û qirkirinên mezin lê hatin jiyîn û polîtîkayên pişaftinê li her çar parçeyên Kurdistanê hatin meşandin. Lê belê gelê kurd li hemberî polîtîkayên tunekirin û wêrankirinê yên ku ev sedsalin tên meşandin li Kurdistanê jin û mêr mil dane hev û li hemberî wê têkoşiyan. Ev têkoşîna kedeke mezin da têkoşîna demokrasî û azadiyê ya ku di dema me tê meşandin."

    '2 SAL IN LI SER OCALAN TECRİDÊ DIMEŞİNIN'

    KCDê di encamnameya xwe de wiha pê de çû: "Helbet, li kîjan perçeyên Kurdistanê dibe bila bibe her berxwedan, serhildan û raperînên çêbûne piştgiriyeke mezin dane destkeftî, têkoşîn û berxwedêriya gelê kurd. Her tim hevdu xwedî kirine û hatiye heta roja me. Ev pêşketin, rastiya ast û meziniya kurd û Kurdistanê ye. Tevgera azadiya kurd, di ev pêvajoya ku Rojhilata Navîn jinûve tê sererastkirin û teşe tê dayîn de, di rastiya vê yekê de bi cesaret, xwebawer û rêxistinî, hebûna neteweyî û dînamîkên xwe bi awayekî amadekirî vê pêvajoyê pêşwazî dike. 8emîn kongreya me ya KCDê; bibîrxist ku ji bo polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê kurd tê meşandin bi encam bikin, zêdetirî 2 sal in bênavber li ser Rêberê PKKê birêz Abdullah Ocalan tecrîdê dimeşînin û vê jî wekî plana stratejîk xistine dewrê. Her wiha gel, ev tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin wekî vîna xwe qebûl dike û wê wekî darbeya li hemberî vîna xwe dinirxîne."

    'BI GELÊ MÊ YÊ HERÊMA KURDISTANÊ RE DI NAVA TEVKARIYÊ DEBIN'

    Di encamnameyê de referanduma serxwbunê jî hate nirxandin. Di encamnameyê de têkildarî referandum û helwestên dewletan wiha tê gotin: "8emîn kongreya me ya KCDê; gef, şantaj û çewisandinên dewletên herêmê yên li hemberî referanduma serxwebûnê ya ku di 25ê Îlonê li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin bi tundî şermezar kir. Destnîşan kir ku bi gelên me yên Herêma Kurdistanê re di nava tevkariyê debin. Wekî hemû gelên dinyayê, mafê gelê kurd ên li her çar perçeyên Kurdistanê heye ku çarenûsa xwe diyar bike û ev yek rewaye, mafekî ku kes nikare li dijî wê derkeve û li gorî mafên gerdûnî ye. Em di wê baweriyê de ne wê gelê me yê Herêma Kurdistanê vîneke xurt ji vê referanduma serxwebûnê derxîne holê û wê ev yek ji bo xurtkirina Yekîtiya Neteweyî bibe bingehek. Parvekirina vê bi hemû gelê me re wekî peywir û berpirsyarikê ji xwe re dibîne. "

    'DİVÊ PARLAMANTOYA HERÊMA KURDISTANÊ BÊ XEBITANDIN'

    Encamname wiha berdewam dike: "Kongreya me bi van daxwaz û baweriyên anî ziman re; rexneyên xwe yên li ser şêweya biryargirtina referandumê aniye ziman. Bi taybetî divê parlamentoya başûrê Kurdistanê bê xebitandin. Ji ber ku biryara referandumê nekirine biryara hevpar a hemû partiyan û bingeha wê bi rêbazên beşdarbûnî û demokratîk nehatiye xurtkirin, wekî kêmaniyeke gelekî girîng derdikeve pêş. Bi vê re kesên pêşengiya gel dikin û partiyên siyasî di mijara ku çarenûsa hemû gelê me diyar dike divê biyardarî û vineke hevpar derxin holê û ev yek ji bo berjewendiya gelê me jiyanî ye. Ji ber vê yekê divê parlamentoya Herêma Kurdistanê were şixulandin û bi hemû derdoran re vîneke hevpar derxin holê. Divê biryareke wisa stratejîk a referandumê bike karê parlamentoyê û hat destnîşankirin ku ev yek demokratîk û jiyanî ye. Ev rêbaz, biqasî di aliyê siyasî de divê di nav raya giştî ya navneteweyî û neteweyî de bigeheke xurt biafirîne û bide qezenckirin. Hat destnîşankirin ku bi ruhê Yekîtiya Neteweyî êrîş û zextên bên kirin vala bên derxistin.Her çiqasî dereng be jî, Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo referandumê di 15'ê Îlona 2017'an kom bû û biryara referandumê kirin biryara hevpar a parlamentoyê, geşedaneke girîng û erênî hat nirxandin."

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê konferansa piştgiriya referandûma serxwebûnê
    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe
    ‘Erdogan û AKPê bersiva hevdîtina ji bo referandûma serxwebunê nedan'
    Kê ji bo çi piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê dike?
    ‘Divê bilez parlamena Tirkiyê li dijî biryara referandûma Kurdistanê bicive’
    Etîketan:
    referandûm, piştgirî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de