19:53 24 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Hevserokê HDPê: Serxwebûn ji bo gelê kurd wekî şîrê dayîkê helal e

© AFP 2018 / OZAN KÖSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 00

Hevserokê yê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê gotarek nivîsand. Demirtaş di gotara xwe de got: "Serxwebûn ji bo gelê kurd wekî şîrê dayîkê helal e."

Hevserokê yê HDPê yê girtî Selahattin Demirtaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de gotareke bi navê ‘li başûr ber bi referandumê' nivîsand. Demirtaş di gotara xwe de got: "Mafê gelê kurd heye ku li ser axa xwe qedera xwe tayîn bike û li dijderketina vê rasterast nîjadperestiye."

Selahattin Demirtaş di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Wekî hemû gelê dinyayê mafê gelê kurd jî heye ku li ser axa xwe qedera xwe tayîn bike û bikaranîna vî mafî jî tenê aîdî gelê wir e. Divê mirov rêzê li van nirxên ku bûne wekî peymanên Neteweyên Yekbûyî bigire û li dijderketina wê helwesteke nîjadperestiye. Serxwebûn ji bo gelê kurd wekî şîrê dayîkê helal e û divê herkes jî li hemberî vê îradeyê rêz û hûrmetê bigre."

Bi heman mijarî:

Demirtaş piştî 10 mehan ji Twitterê bang kir
Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand
Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
‘Kes darizandina Demirtaş naxwaze bike'
Etîketan:
Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Hevserokê HDPê, Selahattin Demirtaş, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de