10:22 24 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Erdogan dê ji bo referandûmê bi Trump û Ebadî re biaxive

© REUTERS / Ümit Bektaş
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re mijara referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Erdogan îro berî biçe New Yorkê ragihand ku dê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re derbarê referandûma Serxwebûna Kurdistanê de biaxive.

Herwiha Serokkomarê tirk derbarê mijarê de wiha got: "Sînorên min Iraqê re 350 km û xizmên me yên turkmen hene û kesên ku dînê me û wan wek hev e ji kurd, turkmen û ereban jî hene lê eger hûn berê xwe bidin perçekirina Iraqê, em dê ji we re nebêjin 'kerem bikin."

Erdogan axiftina xwe wiha dewam kir: "Gava li te teng were, zehmetî çêbibe, tu yê werî li deriyê me xî û tê hemû cûreyên piştgiriyê ji me werbigirî lê gava bibe meseleya perçekirina Iraqê, tu yê guh li kesî nekî û ya dilê xwe bikî. Çîroka zarokatiya wî bûye. Tiştê wiha çêdibin."

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm
© AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
"EM Û IRAQÊ WEK HEV DIFIKIRIN"

Ji aliyê din ve, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser mijara referandûma serxwebûnê wiha got: “Helbet wekî birêveberên pêkhateyeke federal, mafê birêveberiya navendî ya Iraqê ye ku helwesteke wisa nîşan bidin, em midaxaleyî wê nakin, lê belê bi qasî ku ez dibînim, nêrîna me mîna hev e. Aniha li Amerîkayê jî bi brêz Ebadî re hevdîtineke me dê çêbe. Lê bi qasî ez dibînim, nêrîna me wek hev e. Ew çi ye? Yekîtiya xaka Iraqê ye û ew neyê perçekirin."

Bi heman mijarî:

Ji Serokomar Erdogan daxuyaniya Efrînê
Erdogan bertek ji daxuyaniya Barzanî re nîşan da: Em biryara dawî 22yê Îlonê didin
Erdogan şaredarên AKPeyî hişyar kirin
Erdogan: Ji ber me peymana S-400î pêk anî dîn û har bûn
‘Biryara girtina Zafer Çaglayan Enqere aciz kir di hedefê de Erdogan heye'
Erdogan gotinên Barzanî yên li ser Kerkûkê nirxand
Etîketan:
Donald Trump, Heyder Ebadî, recep Tayyip Erdogan, Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de