21:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Li Stenbolê operasyon: Biyanî jî di nav de 74 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Hat ragihandin ku li Stenbolê di operasyona dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de 74 gumanbar hatin binçavkirin.

    Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê îro berê sibehê ji bo tespîtkirin û binçavkirina endamên rêxistina terorîst a DAIŞê operasyonek dane destpêkirin.

    Hêzên ewlehî li 8 navçeyên Stenbolê li 15 navnîşanên ku berê hatibûn tespîtkirin operasyon pek anîn, di operasyonê de 73 jê biyanî 74 gumanbar hatin binçavkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, gumanbarên biyanî ji bo werin dersînorkirin teslîmî saziya eleqedar kirin û lêpirsîna kesê mayî jî li Midûriyeta Ewlehî didome.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 3 berpirsên pilebilind ên rêxistinê hatin desteserkirin
    Li Stenbolê konferansa piştgiriya referandûma serxwebûnê
    Dildarên Hêskîfê li Stenbolê tên ba hev
    Li kargeheke Stenbolê agirekî mezin derket: Teqîn çêdibin
    Li Stenbolê 6 milîtanên ku amadehiya çalekiyan dikirin hatin desteserkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de