04:19 24 Îlon 2017
Zindî
    hdp-mîtîng

    Li Tirkiyeyê derdora 10 hezar endamên HDP û DBPê di girtîgehê de ne

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê zêdetirî 10 hezar rêveber, parlamenter, xebatkar û rojnamevan û endamên partiya HDP û DBPê di girtîgehê de ne.

    Heqî Boltan berê Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad bû. Bi tevahî 400 endamên cemiyeta wan hebû û ji wan 52 endam hatin zindankirin û nêzî 150 endamên wan jî ji bo neyên zindankirin berê xwe dan welatên Ewropayê. Piştî Rewşa Awarte cemiyeta wan jî hate morkirin. Ew dibêje zexta li ser wan ji salên 90î dijwartir bûye.

    Li gorî nûçeya Rûdawê Berdevkê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad Heqî Boltan got: "Bawer im 52 endamên me di girtîgehê de ne. Li sirgûnê jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Niha gelek rojnamevan li sirgûnê ne, li derveyî welat in. Li diyasporayê jî niha medyayeke xurt a kurdan ava bûye."

    Di qada siyasî de jî nêzî 10 hezar rêveber, parlamenter û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û saziyên nêzî HDPê hatin zindankirin. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera Wanê Tugba Hezer jî tê de, Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle û bi sedan siyasetmedarên din ji bo ku neyên girtin riya Ewropayê tercîh kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Etîketan:
    DBP, HDP, Azad Heqî Boltan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de