06:39 20 Mijdar 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Serokwezîrê Tirk daxwaz ji Ebadî kir, li dijî referandûmê bi hev re kar bikin

    © REUTERS/ Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3301

    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim pêwendiyeke telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rê pêk anî.

    Yildirim di pêwendiya telefonê de, diyar kir ku biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê gaveke gelekî şaş e û pêwîst e ji bo vegera ji vê gavê li gel hev kar bikin.

    Serokwezîrê Tirk di hevdîtina telefonê de, ji bo êrîşên terorê yên li Bexdayê sersaxî ji Ebadî re xwest û destnîşan kir ku ew dê li dijî terorê ligel Iraqê bin.

    Yildirim herwiha ji Ebadî daxwaz kir ku ji bo Herêma Kurdistanê ji referandûmê vegerînin divê bi hev re kar bikin.

    Ebadî jî ji serokwezîrê Tirk re da xuyakirin ku referandûm li dijî destûra Iraqê ye û civaka navdewletî jî li dijî wê ye.

    Ebadî jî li bermaber gotinên serokwezîrê Tirkiyê got ku ew dê ji bo pêkneanîna referandûmê her cure xebatê li gel Tirkiyê jî bikin û ew dê biryara referandûmê nas nekin.

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Kurdistanê biryara referandûmê pesend kir
    Erdogan bertek ji daxuyaniya Barzanî re nîşan da: Em biryara dawî 22yê Îlonê didin
    Wezîrê Çandinîyê bangewazî kir: Kergoşkan bixwin!
    Rûsya: Em hêvî dikin Reqqa wê di mehekê an 2 mehan de rizgar bibe
    Parlementoya Kurdistanê li ser referandûmê civiya
    6 parlamentarên YNKê beşdarî civîna referandûmê nabin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de