03:19 23 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan bertek ji daxuyaniya Barzanî re nîşan da: Em biryara dawî 22yê Îlonê didin

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11502

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser daxuyaniya 15ê Îlonê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê pêkanîna referandûmê de axivî.

    Erdogan daxuyaniyên Barzanî yên ku gotibû, 'referandûm nayê paşxistin' û 'guh nedin ti kesî' bertek nîşan da.

    Serokomarê Tirkiyê Erdogan got, 'Israra Barzanî gelekî şaş e.'

    'EM PIŞTÎ BIRYARA REFERANDÛMÊ DIKEVIN PORSEYEKE DIN'

    Erdogan di weşana televizyoneke tirk de li ser mijarê wiha axivî: "Daxuyaniya Barzanî gelekî şaş e. Ez vê ji rawestîna hişî wêdetir dibînim. Ew hesasîya me ya li ser yekbûna erda Iraqê dizane. Digel ku vê û rewşa Kerkûkê dizane, radibe dikeve hewildana hinek operasyonan li van deran, ez vê qet rast nabînim. Em di demên herî zehmet de, li gel wan bûn û hîn jî ligel wan in. Lê vê yekê hişt ku em bikevin proseya biryareke nû."

    'EM BIRYARA DAWÎ 22YÊ ÎLONÊ DIDIN'

    Serokomarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir ku ew dê mijara referandûma Herêma Kurdistanê li 22yê Îlonê di civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) de binirxînin û biryara xwe ya dawî jî li demjimêr 15.00 yê heman rojê ragihînin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Çandinîyê bangewazî kir: Kergoşkan bixwin!
    Rûsya: Em hêvî dikin Reqqa wê di mehekê an 2 mehan de rizgar bibe
    Meclisa Bilind a Referandûmê logoya dengê "erê" pesend kir
    Pêşmerge beriya referandûmê hêzên nû dişîne Kerkûkê
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    Parlementoya Kurdistanê li ser referandûmê civiya
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de