15:12 18 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan şaredarên AKPeyî hişyar kirin

    © AFP 2017/ Adem Altan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan şaredar hişyar kirin û ragihand ku li wesayîtên luks siwar nebin û lusk nejîn.

    Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan rojek berê bi serokê 884 şaredariyan re civînek li dar xist. Di civînê de serfkirin, proje, veberhênan û performansa şaredariyan hat nirxandin. Erdogan di civînê ji bo hişmendiya raya giştî û prensibên partiyê dîreltîf dane şaredaran.

    Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, Serokomar Erdogan di civînê de ji serokên şaredaran re got: "Li dijî doza me tevgerên berovajî û hereketên ku zirarê bidin partiyê nekin. Di kongreyan de zêdetir girîngiyê bidin ciwanan. Bila şaredar ne bi kurtepistan bi projeyên xwe werin rojevê."

    Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de şaredar hişyar kirin û got: "Bila telefonên we 24 seetan vekirî bin. Yanî dema welatiyek li we geriya bila telefona we vekirî be. Em ê zêdetir bixebitin û gu bidin her giliyên hemwelatiyan. Têkevin nava gel û guh bidin daxwazên wan."

    Bi heman mijarî:

    ‘Biryara girtina Zafer Çaglayan Enqere aciz kir di hedefê de Erdogan heye'
    Erdogan gotinên Barzanî yên li ser Kerkûkê nirxand
    Erdogan: Ji bo moşekên S-400î me îmze avêt û em bi biryar in
    ‘Erdogan û AKPê bersiva hevdîtina ji bo referandûma serxwebunê nedan'
    Erdogan û Trump hevdîtin pêk anîn
    Etîketan:
    AKP, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de