14:38 22 Îlon 2017
Zindî
    ahmet turk

    Ahmet Turk: Divê gelê me vê zilmê jibîr neke

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Du roj berê dema dayika Cîgira hevserokê HDPê Aysel Tugluk, Hatun Tugluk bo axê dihat spartin, komeke ku ji derve hatibû li ser mezelî êrîşî merasîma cenazeye kiribû û nehiştibû cenaze were definkirin. Şaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk ragihand ku zilm li ser vî gelî tê meşandin, divê gelê me vê yeke bibîne û jibîr neke.

    Şaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk di derbarê êrişa merasîma cenazeye de axivî û go: "Zilmek li ser vî gelî tê meşandin. Dayîk jiyana xwe ji dest didin ew kesê bi dayika xwe ve girêdayî nekarî dayîka xwe bibîne. Gerek e hemû gelê me vê zilmê bibîne û jibîr jî neke."

    Piştî ku cenaze ber bi goristana încekê ve hate şandin komeke nêzîkî 100 kesan ya nîjadperest erîşî cenaze kirin û gef li malbatê xwarin û gotin "Em cenazeya we di nav goristana xwe de naxwazin."

    Malbata Aysel Tuglukê jî necarî cenaze vegerand cemxanê û cenaze ji bo definkirinê şandin Dersimê.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bertek nîşanê berdana Ahmet Turk da: We çawa berda?
    Ahmet Turk beşdarî meşa Kiliçdaroglu dibe
    Ji Ahmet Turk daxuyaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê
    Ahmet Turk bersiva Baykal da: Bêyî demokrasiyê tiştek nayê çereserkirin
    Etîketan:
    merasîm, cenaze, êriş, Aysel Tugluk, Ahmet Turk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de