12:34 20 Mijdar 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu ji bo referandûma Kurdistanê: Em ê ji bikaranîna hêzê nerevin

    © REUTERS/ Yiannis Kourtoglou
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7601

    Wezarê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê li Herêma Kurdistanê got, “Ger pêwîst bike, em ê ji bikaranîna ti hêzê nerevin. Em nakevin bazarên wekî paşxistina referandûmê.”

    Wezîrê Tirk piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Fransa û Ewropayê Jean-Yves Le Drian, li ser mijara referandûma Herêma Kurdistanê jî bersiv da rojnamevanan.

    Çavuşoglu got, "Ger di referandûmê de israr bikin, dê bedêleke wê hebe. Di vê mijarê de nêzîkatiya Fransa û Tirkiyê hevdu digire. Referandûm biryareke şaş e. Ji bo Kurdan û Iraqê jî nebaş e. Ji serî de me peyamên zelal dan."

    'HER KES JI ME DIXWAZEN EM GAVAN BAVÊJIN'

    Çavuşoglu di berdewamê de jî da xuyakirin, "Ger ji vê şaşîtiyê venegerin, dê ji bo Kurdan bandoreke wê ya nebaş çêbibe. Her kes ji me dixwaze em gavan bavêjin, heta Amerîkî jî. Ku dema wê hat, em ê ji bikaranîna ti hêzekê nerevin."

    TIRKIYE AMADE YE NAVBEYNKARIYÊ BIKE

    Wezîrê Tirk herwiha diyar kir, ger ji biryara referandûmê paşve gav bavêjin, ew amade ne ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê û misogerkirina mafên yasayî yê Kurdan navbeynkariyê bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li baregeha leşkerî teqîn: 15 birîndar rakirin nexweşxaneyan
    McGurk: Em li benda bersiva Herêma Kurdistanê ne
    Tillerson: Hêvdarim di serdema min de pêwendiyên bi Rûsyayê re baş bibin
    ‘Divê bilez parlamena Tirkiyê li dijî biryara referandûma Kurdistanê bicive’
    Dadgeha Belçîkayê biryar da: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’
    Kremlîn: Daxuyaniyên ser tetbîqata Zapadê yên sorkirina dijayetiyê provokasyon in
    Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
    ‘Hefteya pêşiya me hevdîtinên Bexda û Hewlêrê ji nû ve destpê dikin’
    Rûsyayê 4 balafir şandin Sûriyê
    Etîketan:
    kurdistan, Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de