08:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand

    © AFP 2017/ STRINGER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2640

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterê Colemêrgê yê HDPê Abdullah Zeydan ku li Girtîgeha Tîpa Fê ya Edirneyê girtîne, êrişa merasîma cenazeya diya Cîgirê Seroka partiya xwe Aysel Tugluk şermezar kirin.

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterê Colemêrgê yê HDPê Abdullah Zeydan di peyame xwe yê hevpar de êrişa li dijî merasîma cenazeya Hatun Tugluk şermazar kirin.

    Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji Girtîgeha Edîrneyê şandine wisa ye:

    "Ji ber wefata diya Cîgira serokê partiya me, em xemgîn bûn. Em ji Hatun Tugluk re rehmetê û ji Aysel Tugluk, malbat û dostên xwe re jî sersaxiyê dixwazin.

    "Di dema veşartina cenaze de êrîş hatiye kirin, em kesên êrîşkar lanet dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev êrîşkar berhema AKPê ne û her dem me dikin hedef. Em dizanin ku di vê roja bi êş de dilê bi milyonan kesan bi Aysel Tugluk re ye."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
    Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
    ‘Kes darizandina Demirtaş naxwaze bike'
    Avakarê AKPeyî: Ji bo ku Demirtaş û Yuksekdag daxwaza edaletê dikin, ma ez dev jê berdim
    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    Etîketan:
    cenaze, êriş, peyam, Aysel Tugluk, Abdullah Zeydan, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de