01:20 20 Îlon 2017
Zindî
    Baroya Amedê

    Mirovê di êrişê SİHA de birîndar bû têkildarî roja buyerê axivî

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 58 0 0

    Serokên Baroyên Amed, Wan û Colemergê bi İbrahim Sak yê ku li Colemergê di bûyera balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) de birîndar bibû li girtîgehê hevdîtin pêk anîn. Sak ragihand ku endamên PKKê hatine ba l wan û ji wan pirsîne ku li vir çidikin û di vê demê de jî êriş pêk hatiye.

    Baroyên Amed, Wan û Colemergê piştî lêkolinên têkildarî bûyera gundê Talê yê Colemergê ku di êrişa balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) 3 sivîl birîndar bibûn û Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû raporek amade kir. Rapor li Baroya Amedê hate aşkare kirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyarkir ku têkildarî bûyerê de bi malbata Mehmet Temel yê ku hate kuştin, sivilên birîndar ku hatin girtin, waliyê Colemerg û serdozgerê Colemergê hevdîtin kirine. Ozmen anî ziman ku bi sedema di dosyeyê de biryara weşarî heye serdozger zede agahî nedane û walî jî daxuyaniyên ku têkildarî buyerê daye dubare kirîye. Ozmen ragihand ku di hevdîtina malbata Temel de endamên malbatê gotine ku leşkeran dema merasîma cenaze de astengî derxistine û rayederan destur nedane ku li mizgeftê şinê dênin.

    Baroya Amedê serdana malbata kesê ku di bûyera SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dabû, kir
    © Sputnik/
    Baroya Amedê serdana malbata kesê ku di bûyera SÎHAyê de jiyana xwe ji dest dabû, kir

    MIROVÊ BIRİNDAR TÊKILDARİ ROJA BUYERÊ AXIVİ

    Di raporê de ifadeyên İbrahim Sak ê ku di bûyerê de birîndar bû û piştre bi hinceta "Endamtîya rêxistinê" hatîye girtin jî heye. İfadeyên Sak ya di raporê de wiha ye: "Ez û hevalên xwe gelek caran ji bo seyranê çûne wir. Wê rojê jî em çûn. Dema me xwarin dixwar wesaitek hat û kesek sivîl jê daket û hat nan ji me xwest û bê gotin çû. Piştre 4 kesên bi çek ji wesaitê daketin û hatin ba me. Yek ji wan nan girt û çû. 3 kesê di man û ji me ‘Hun çi dikin li vir?' pirsîn. Me jî bersivda û got em hatine seyranê. Dema ew çun teqîn qewimî û herder dibin toz û duxanê de ma. Musa û İsmail li erde birîndar bibun. 2 endamê rêxistinê û Mehmet Temel jiyana xwe ji destdabûn. Ez û Musa ji wir dur çun û em derketin ser rê. Dema em derketin wesaîtek welatîyan hat û em siwar bun. Em hatin Colemergê û piştre me bi anbulansê rakirin nexweşxaneyê. Cihê em lê bun bi sedema ku gelek dar û bere ne mimkune ji jor xuya bike."

    ‘BILA LIJNEYA MAFÊ MIROVAN YA PARLAMANTOYÊ LÊKOLİN BIKE'

    Di raporê de baroyan daxwazên xwe jî anîn ziman. Ozmen têkildarî nêrin û dxwazên xwe ev tişt gotin: "Mehmet Temel yê ku jiyana xwe ji dest daye û yên birîndarin û sivîlin, li Colemergê rudinin û tev kes wan nasdikin. Divê İbrahim Sak û Musa Tarhan ji ber ku li girtigehê derfet tune wan rakin nexweşxaneyê û li wir werin dermankirin. Divê ev buyer berfirehî were lêkolinkirin. Em bang li Lijneya Mafên Mirovan ya Parlamantoya Tirkiyê dikin, bila herin Colemergê û vê buyerê berfirehî lêkolin bikin. Bi hinceta ku endamên rêxistinê piştre hatine ne raste ku ev mirovên sivîl weke hevkar werin nîşandan."

    Bi heman mijarî:

    Bernamzedê serokomariya Tirkiyeyê: Bila kurd jî bibin dewlet
    Dîlgirtina endamên MÎTê ji aliyê PKKê ve ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê
    'Amerîka amadehiyê dike ku midaxeleyê Tirkiyeyê bike'
    The Guardian: Bi sedan DAIŞiyên berê li ser sînorê Tirkiyeyê kom bûne
    Amerîka endîşeyê xwe yên derbarê S-400î de ji Tirkiyeyê re ragihand
    Etîketan:
    êriş, siha, Ahmet Ozmen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de