06:57 20 Mijdar 2017
Zindî
    Êrîşa ser merasîma cenazeyê dayika Aysel Tugluk

    Sakik: Eger em nekarin miriyên xwe li bal hev defin bikin êdî gotin nemane

    © Foto: HDP Navend
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 14201

    Doh êvarî dema dayika Cîgira hevserokê HDPê Aysel Tugluk, Hatun Tugluk bo axê dihat spartin, komeke ku ji derve hatibû li ser mezelî êrîşî merasîma cenazeye kiribû û nehiştibû cenaze were definkirin. Hevşaredarê berê yê Agiriyê Sirri Sakik ji Sputnikê re got, "eger em cenazeyên xwe li bal hev nikarin defin bikin, êdî ne hewceyê gotinan e."

    Hevşaredarê berê yê Agiriyê Sirri Sakik di derbarê êrişa merasîma cenazeyê ji Sputnik Kurdistanê re axivî ragihand ku li ser vesiyeta Hatun Tugluk, xwestine cenazeyê li goristana Incekê ya Golbaşiya Enqereyê defin bikin û got: "Me cenazeyê defin kir. Lê em rastî êrişa komeke nîjadperest hatin. Ev kom berî 10 kes bûn peyderpey zêde bûn û gihîştin nêzî 100 kesan û xwestin me lînç bikin. Me li hêzên ewlekariyê geriya, wezareta karên navxweyî geriya lê mixabin em em nêzî 3 saetan li goristanê asê man."

    ‘EM DESTÛR NADIN KURDEK LI VIR BÊ DEFINKIRIN'

    Sakik derbarê sedama êrişa koma nîjadperest de jî da zanîn ku, "Em nahêlin kurdek, elewiyek li van deran bê definkirin, lewre ev der war û axa wan e. Mixabin hêzên ewlekariyên ku hatibûn wir, li wan temaşe kirin û ti tiştek nekirin. Eger mudexale li wê komê bihata kirin, ev mesele ewqas mezin nedibû.

    ‘EGER EM CENAZEYÊN XWE LI BAL HEV NIKARIN DEFINBIKIN, HEWCE BI GOTINAN TINE NE'

    Sakik wiha pê de çû: "Me cenazeyê defin kir, lê li ser êrişan û li ser daxwaza malbatê, me dîsa cenazeyê ji goristanê derxist û ji bo ku li Dêrsimê were definkirin me cenazeyê bir Cemxaneyê. Ew yek tiştek hovane bû. Siyasetmedarên ku dibêjin welatê me parçe dibe, dive li bûyere doh êvarê binêrin. Eger em cenazeyên xwe li bal hev nikarin defin bikin, êdî ne hewceyê gotinan e. Mixabin ev yek doh êvarê hat jiyandin.

    Hevşaredarê berê yê Agiriyê Sirri Sakik eşkere kir ku di dema hevsera xwe ya di sala 2007an de rastî heman êrişî hatine.

    Bi heman mijarî:

    Altan Tan: Parlamentarên AKPê beşdarî cenazeyê PKKyîyan bûn
    Cenazeyê rojnamevanê Kurd hat rakirin
    Cenazeyê Kaptanê Amedsporê hat definkirin
    Etîketan:
    cenaze, Sputnik, Sirri Sakik, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de