01:29 20 Îlon 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg

    Ji NATOyê daxuyaniya S-400î

    © REUTERS/ Hannibal Hanschke
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 38 0 0

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo moşekên S-400î ku Tirkiye wê ji Rûsyayê bistîne got: "Welatên endamê NATOyê ji bo standina ekîpmanan bi xwe biryarê didin."

    Jens Stoltenberg di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Her welatê endam bi xwe biryara standina ekîpmanan dide. Ev biryara Tirkiyeyê ya neteweyî ye. Ji bo NATOyê tiştê girîng ku bikaribe bi pergalên wê re bixebite. Heta niha ti daxwazeke ku em vê pergalê bi pergala parastina hewayî ya NATOyê re entegre bikin nehatiye. Lewma ev mijar hê nehatiye ser masê."

    Stoltenberg di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li NATOyê pergaleke me ya entegreyî parastina hewayî heye. Lê mafê welatî heye ku bibin xwediyê pergalên ne entegreyî parastina hewayî jî. Heta niha ti daxwaziyek ji Tirkiyeyê bo entegreya parastina NATOyê nehatiye."

    Bi heman mijarî:

    Stoltenberg: NATO şerê bi Rûsyayê re naxwaze
    Stoltenberg: NATO hizir nake beşdarî şerê Sûriyê bibe
    Stoltenberg: Civîna Konseya NATO-Rûsyayê dê şefafbûnê zêdetir bike
    Stoltenberg: Civîna Konseya NATO-Rûsyayê erênî bû
    Stoltenberg: Em hewil didin pêwendiyên bi Rûsyayê re bipêş bixin
    Etîketan:
    Pergala S-400î, NATO, Jens Stoltenberg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de