06:55 20 Mijdar 2017
Zindî
    Aysel Tugluk

    Êrîşî merasîma cenazeyê dayika Tugluk kirin: Cenaze ji mezel hat derxistin

    © Foto: HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 66404

    Li dema spartina axê ya dayika Cîgira Serokê HDPê Aysel Tugluk, Hatun Tugluk de komeke ku ji derve hatibûn li ser mezel êrîşî merasîma cenaze kirin.

    Li gor agahiyan aloziya li ser mezelê Incek ê Golbaşiya Enqerê piştî definkirina cenaze jî berdewam kir.

    Hat diyarkirin ku kesên êrîşî merasîmê kirine diruşmên nijadpetestî qerîyane û bûne asteng ji definkirina cenaze re.

    Piştî êrîşê ku koma êrîşkar êrîşa xwe ya li ser mezel berdewam kir, cenazeyê dayika Tugluk ji nû ve ji mezel hat derxistin.

    CENAZE BO DERSÎMÊ HAT RÊKIRIN

    Hat zanîn ku cenazeyê Hatun Tugluk ber bi bajarê Dersîmê ve hatiye rêkirin.

    Aysel Tugluk di girtîgehê de dimîne û bi destûra taybet beşdarîya merasîma cenaze dikir.

    Bi heman mijarî:

    Li Entabê xwekujê DAIŞê hat desteserkirin
    Li Sêrtê zarokê ku xwest mar bikuje, 4 kes birîndar kirin
    Almanyayê 5 hezar penaxwazên Tirk red kir
    Lîderê Milîşeyên Bedir: Pêşmerge ji bo fişarê li ereb û tirkmenan bike, diçe Kerkûkê
    Yekgirtû: Em dê beşdarî aktîvkirina parlementoyê bibin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de