16:30 20 Sibat 2018
Zindî
    Dadgeh

    Polîsê çek li parlamenterê HDPê kişand hat girtin

    © Sputnik/ Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Ji bo polîsê bi navê H.C. yê ku çeka xwe kişand û ji Parlamenterê HDPê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan re got, "Dewlet ez im" 15 sal sizaya girtinê hat xwestin.

    Polîsê bi navê H.C. di 29ê Berfanbara 2015an de di dema çalakiyeke sendîkayan de pêşî li Parlamenterê HDPê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan girt û çeka xwe kişand û got, "Ez dewlet im". Derket holê ku polîsê bi navê H.C. di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de di 6ê Îlona 2016an de hatiye girtin û bi daxwaza 15 sal sizaya girtinê tê darizandin.

    Li gorî agahiyan hat ragihandin ku di 2 telefonên H.C. de sepanên ByLockê û hesabên wî yên di Bank Asya ya FETOyê de hatine tespîtkirin. Ji ber vê yekê di îdianameya dozger de ji bo H.C. heta 15 salan sizayê zindanîkirinê tê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Li Konyayê operasyon: Endamê HDPê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin
    Ji Kiliçdaroglu bo tifaqa bi HDPê re daxuyaniyek girîng
    AYMê serlêdana parlamenterên HDPê red kir
    Ayhan Bîlgen ji girtîgehê derket: Şanda HDPê ew li Sîlîvrî pêşwazî kir
    Şanda HDPê bi serokê Dadgeha Destûra Tirkiyê re civiya: Encam?
    Etîketan:
    Parlamenterê HDPê, Mehmet Ali Aslan, Batman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de