08:46 22 Hezîran 2018
Parlamentoya Tirkiyeyê

Dîlgirtina endamên MÎTê ji aliyê PKKê ve ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê bajarê Îzmirê yê CHPê Musa Çam dîlgirtina endamên MÎTê ji aliyê PKKê ve bir Parlamentoya Tirkiyeyê. Herwiha parlamenterê CHPê pirsî gelo eleqeya girtina ofîsa YNKê ya li Enqereyê bi bûyerê heye an ne?

Parlamenterê CHPê dîlgirtina endamên MÎTê li bajarê Silêmaniye ya Herêma Kurdistanê ji aliyê PKKê ve bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê. Çam daxwaznameya xwe yê nivîskî pêşkeşî Serokatiya Parlamentoyê kir û daxwaz kir ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim, bersiva pirsên wî bide.

  • Dîlgirtina endamên paye bilind ên MÎTê li bajarê Silêmaniyeyê ji aliyê PKKê ve rast e?
  • Kesên dîl girtî hêj sax in? Têklilî bi wan re hatine dayîn, agahî ji wan hatine girtin?
  • Ev rayedar bi çi armancî hatin şandin herêmê?
  • Ev rayedar ku di gelek çavkaniyan de ku tê îdiakirin bo kuştina endamên PKKê yên payebilind, şandine herêmê.

Herwiha parlamenterê CHPê di daxwaznameya xwe de cih da; gelo eleqeya girtina ofîsa YNKê ya li Enqereyê bi bûyerê heye an ne?

Bi heman mijarî:

YNK: Tirkiye dixwaze ji bo karmendên xwe yên MÎTê em guvaşê li PKKê bikin
Bozdag: HDP peyrewa PKKê ye
Soylu: Hinek dixwazin bibêjin PKKê ne terorîst e
PKKê, baregehên partiyên kurd ku kuştin lê çêbibû vala kir
10 bikarhênerên medya civakî ji PKKê hatin girtin
Etîketan:
MÎT, dîlgirtin, PKK, Musa Çam, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de