03:33 19 Hezîran 2018
Amerîka - Ala Amerîkayê

'Amerîka amadehiyê dike ku midaxeleyê Tirkiyeyê bike'

© Sputnik / Natalya Seleverstova
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê Tirk Fatih Altayli got, "Dewleta kûr ya Amerîkayê dê Tirkiyeyê li qada navdewletî têxe pozisyona tawanbar û destwerdana li dijî Tirkiyeyê bîne rojevê."

Fatih Altayli nivîskarê rojnameya Tirk ya bi navê Haberturkê di nivîsa xwe ya bi sernavê "Planê lîstika li dijî Tirkiyeyê" de got, "Pêşiyê Tirkiyeyê wekî dîktatoriyeke Rojhilata Navîn ya ku li gorî qaîdeyên Rojhilata Navîn tevnagere û bi berjewendiyên welatên Rojava re dikeve nakokiyê pênase bike. Di ser rojnamevanên girtî, siyasetmedarên girtî, biyaniyên girtî re îmaja welatekî bêhiqûqiyê dike lê bide rûniştin. Qonaxên ji vir şûnde dê were hîn metirsîdar tê xuya."

Altayli di derbarê doza karsazê bi navê Riza Sarraf ya li Amerîkayê de jî şîrove kir û diyar kir ku wezîrê berê (Zafer Çaglayan) jî li ser kursiya bersûc hat rûniştandin. Rojnamevanê Tirk di berdewamiya gotara xwe de got, "Tirkiye nerazîbûnê nîşan dide, li (Serokê Amerîkayê Donald) Trump digere. Ez ji were bibêjim, ev doz hedê Trump derbas dike. ‘Dewleta kûr" ya li Amerîkayê bi awayekî eşkere li dijî Tirkiyeyê lîstikekê plan dike."

Fatih Altayli di dawiya nivîsa xwe de ev tişt gotin, "Destwerdana navdewletî ya li dijî Tirkiyeyê bîne rojevê. Û paşê jî destwerdana Tirkiyeyê bike. Bi min wisa tê xuya ku senaryoya tê amadekirin ev e."

Bi heman mijarî:

Jina herî bedew a Amerîkayê hat hilbijartin
Îsraîlê dîsa bangî Amerîkayê kir: Piştgiriya dewletbûna Kurdistanê bike
Hikûmeta Sûriyê ji Amerîkayê xwest terka welatê wan bide
Dîmen û wêneyên Şahbanûya Amerîkayê ya 2018an
‘Amerîkayê 20 fermandarên DAIŞê ji Dêra Zorê tehliye kir'
Êrişî baregeha hewayî ya Amerîkayê kirin
Etîketan:
nivîskarê tirk, Fatih Altayli, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de