16:54 25 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

‘Biryara girtina Zafer Çaglayan Enqere aciz kir di hedefê de Erdogan heye'

© AP Photo / Burhan Özbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya derheqê Reza Sarraf de got: "Biryara girtina Çaglayan Enqere aciz kir, di hedefê de Serokomar Erdogan heye."

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya derheqê Reza Sarraf de got: "Biryara girtina wezîrê berê yê Tirkiyeyê Zafer Çaglayan Enqere aciz kir, di hedefê de Serokomar Recep Tayyip Erdogan heye. Amerîka ji aliyekî ve dixwaze xwe ji bagera Irmayê biparêze û ji aliyê din ve bi bagera Reza Sarraf dixwaze Tirkiyeyê aciz bike."

Abdulkadir Selvi di berdewamiya gotara xwe de got: "Li Amerîkayê hêz ketiye destê aliyên dijberên Tirkiyeyê. Dizanin hetanî Erdogan hebe nikarin tiştekî li hemberî Tirkiyeyê bikin, lewma hedefa wan a pêşî Erdogan e. Ev operasyon bi Çaglayan tenê namîne."

Selvi di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Piştî biryara girtina Çaglayan Erdogan gotibû ‘bêhna tiştên pîs tê'. Erdogan ne îro van tiştan dibêje. Erdogan roja 17ê Berfenbarê jî bertek nîşan dabû û gotibû ‘Tirkiye ne welatekî ku bikaribin operasyonê li ser bikin e.' Wê demê bi ser neketin û xwestin bi 15ê Tîrmehê hewldaneke xwînî ya leşkerî bikin. Niha jî versiyona 17ê Berfenbarê ya Amerîkayê tê lîstin."

Bi heman mijarî:

Riza Sarraf îro derdikeve pêşberî dadger
Runiştina doza Riza Sarraf sibe dest pê dike
Axaftina Sarraf û Cîgirê Midûrê Halkbankê di dosyeya FBIyê de ye
Bozdag, di serdana xwe ya Amerîkayê de daxwaza serbestberdana Riza Sarraf kiriye
Bharara: "Doz bi Sarraf û hevkarên wî re eleqedar e"
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Zafer Çaglayan, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de