03:49 19 Hezîran 2018
şaredarî - Şaredariya Sûrê

‘Qeyûm bertîlê dixwun û gendeliyê dikin'

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Erdal Aksunger di axaftina xwe de ragihand ku qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP û HDPê kirine bertîlê dixwun û gendeliyê dikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Erdal Aksunger di axaftina xwe de got: "Ji bo qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP û HDPê hatine kirine gelek tişt têne ber guhê me. Ev qeyûm bertîlê dixwun û gendeliyê dikin."

Erdal Aksunger tevlî bernameya Çaglar Cilara ya ‘Navenda Nûçeyan' a televîzyona KRTê bû. Aksunger di axaftina xwe de got: "Niha ti rêvebirekî HDPê ye herêmî nehiştin. Herêm tarumar kirin û ti rêvebirek nehiştin. Gelek agahiyên ku cihê qeyûm lê hatine tayînkirin bertil tê xwarin û gendelî lê dibe tê guhê me. Ev nêrîna ku dibêjin ‘didize lê dixebite jî' nêrîneke pir xirab e."

Bi heman mijarî:

Qeyûmê Qoserê peykerê Ugur Kaymaz rakir
Qeyûmê Şaredariya Agiriyê 106 xebatkar ji kar derxistin
Qeyûmê Amedê ‘şeva dengbêjan' li dar xist
Qeyûmê Wanê got 'pêdivî bi ajovanê jin nîne' û peywira wan guherand
Qeyûmê Êlihê biryara xerakirina 23 goran da
Etîketan:
Qeyûmên şaredariyan, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê, Erdal Aksunger, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de