00:05 18 Mijdar 2017
Zindî
    Ambûlans

    Walîtiya Sêrtê daxuyanî da: 135 kes têne tedawîkirin, 3 kes hatin binçavkirin

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Hat ragihandin ku hejmara gundiyên bandora gaza klorê ya ji ber bermîla ku li gundê Aktaş ê Sêrtê hatibû dîtin li ser wan çêbûye, gihîştiye 135 kesan.

    Parêzgariya Sêrtê bi daxuyaniyekê ragihand, çawa ku bûyer hatiye bihîstin tedbîrên pêwîst hatine wergirtin û gund hatiye valakirin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, madeya klorê ya ku bûye sedema jehrîbûna gundiyan gaza klorêya ji bo avê tê bikaranîn e.

    Walîtiyê da zanîn ku kesên bi navê C.Ç, C.C û A.K 6ê Îlonê ji depoya şaredariya navçeya Misircê gaza klorê dizî ne û ew birine gund. Dema devê bermîlê hatiye vekirin jî hemwelatiyên li gund pê bi jehrê ketine ku 3 kesên tohmetbarên diziya gaza klorê hatine binçavkirin.

    Di daxuyaniyê de herwiha hat ragihandin ku li gund niha ti rewşeke xeter nemaye û jiyan asayî bûye.

    Li gor parêzgariyê 58 ji wan zorak 135 kes ji ber bandora gaza klorê li nexweşxaneyan têne dermankirin û bebeka 7 mehî û jineke ducanî jî di beşa sexberiya lezgîn de têne tedawîkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    TSKê li ser lêdana sivîlan bi SÎHAyan daxuyanî da
    Facebook ji bo hevalên nêzîk profîleke nû çêdike
    Amerîka endîşeyê xwe yên derbarê S-400î de ji Tirkiyeyê re ragihand
    Barzanî û Cîgirê Serokkomarê Iraqê li ser referandûmê axivîn
    Mela Bextiyar: Goran razî bûye vegere parlamenê
    Li Colemêrgê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Etîketan:
    Sêrt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de