01:20 20 Îlon 2017
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Ayhan Bilgen: Em hêj jî piştgiriya bûyerên ji bo Kobaneyê dikin

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1910

    Parlamenterê bajarê Qersê yê HDPê Ayhan Bilgen beşdarî RS FM bû û ragihand ku girtina wî û îtîraza dozger bo berdana wî hiqûq binpê kiriye û hêj jî pişgiriyê didin bûyerên 6-7ê Cohmehê yên ji bo Kobaneyê.

    Parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen piştî ku 7 meh girtî ma, hefteya borî hqatibû berdan, diyar kir ku îzaha pêvajoya girtina wî di hiqûqê de tine.

    Bilgen di derbarê îtîraza dozger ya di derbarê berdana wî de axivî û eşkere kir k udi Qanûna Dadgeha Cezayê de rêya îtîraza berdanê girtiye. Lê piştî berdana min dozger îtîrazê kir. Ji ber vê yeke jî ev ne hiqûqiye, ev yek siyasi ye û divê em vê yeke biaxivin."

    Bilgen destnîşan kir ku hêj jî piştgiriya bûyerên ji bo Kobaniyê ku HDPê bangî daketina kolanan kiribû û ev yek hinceta girtina wî hatibû dayîn, dikin û got: "Divê hemû tiştên di derbarê bûyerên bo Kobaneyê bînin holê. Di bûyerên Kobaneyê de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin kiryarên bûyerên werin darizandin. Ji bilî gumanbarên Yasin Boru û yên li bal, ti geşedan di derbarê yên din de tine ne. Xwezî ti kes di wan bûyeran de jiyana xwe ji est nedan."

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: HDP peyrewa PKKê ye
    'Sedema hevalbendiya AKP û MHPê HDP ye'
    HDP: Birîndarên gundê Licê sivîl in
    Parlamenterê Wanê: HDP piştgiriya referanduma serxwebûnê dike
    Di navbera HDP û CHPê de krîza vexwendinê
    Etîketan:
    kobane, bûyer, RS FM, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de