08:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Serpîl Kemalbay û parlamenterên HDPê

    Kemalbay: Dixwazin Sûrê bêmirov bihêlin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 31 0 0

    Serpîl Kemalbay Hevseroka Giştî ya HDPê çû serdana welatiyên Sûrê yên ku xaniyên wan tê xerakirin. Kemalbay piştî serdanê axivî û got "Bi politikayên şer nêzikî 100 hezar kes neçarî koçberiyê kirin. Li vir şer heye, rant heye, hilweşandin heye. Bêyî wergirtina fikra gelê Sûrê, Sûr tê xerakirin. Dixwazin Sûrê bêmirov bihêlin."

    Serpîl Kemalbay Hevseroka Giştî ya HDPê û parlamanterên HDP çûn serdana welatiyên Sûrê yên ku xaniyê wan tê xerakirin. Piştî serdana malbatan Kemalbay daxuyanî da û bertek nîşanî "nûkirina bajêr" da.

    Kemalbay got "Li Sûrê dîrok, çand û nasname tê xerakirin" û wiha berdewam kir: "îro salvegera derbeya 12ê Îlonê ye. Di wê demê de gel ji ber polîtîkayên şer koçber bûn û hatin vir. Ji wê salê heta niha ji bo kurdan tiştek nehat guhertin û hêj xirabtir bû. Bi koça mecbûrî û polîtîkayên şer em bi rûxandina dîrok û çandê re rû bi rû ne."

    ‘DIXWAZIN SÛRÊ BÊMIROV BIHÊLIN'

    Kemalbay ragihand ku di encama polîtîkayên şer de nêzikî 100 hezar kes neçarî koçkirinê bûne û wiha berdewam kir: "Ev yek nîşan dide ku şer çiqas kûr bûye. Li vir şer heye, rant heye, rûxandin heye. Bêyî wergirtina fikra gelê Sûrê, Sûr tê xerakirin. Dixwazin ku welatiyên Sûrê neçarî koçê bikin û Sûrê bê mirov bihêlin. Ne tenê mirov di heman demê de dîrok û çand jî tê rûxandin. Divê kes bêdeng nemîne. Heta ku em Sûrê ji destê zaliman derxin em dê têbikoşin."

    Bi heman mijarî:

    Şêniyên Sûrê di bin dorpêça polîsan de kundiran hişk dikin!
    Li Sûrê xaniyê malbatekê tevî alavan hat xerakirin
    Ji bo Sûrê serî li dozgeriyê hat dayîn
    Navçeya Sûrê di bin dorpêçiya polîsan de ye
    Ji bo Sûrê kampanyeya îmzeyan hat destpêkirin
    Etîketan:
    Parlamenterên HDPê, Hevseroka HDPê, Serpîl Kemalbay, Sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de