21:17 26 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê ye

    'Çima Tirkiye naxwaze şerê Sûriyeyê bi dawî bibe?'

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7410

    Malpereke erebî nivîsek derbarê hewlesta Tirkiyeyê ji şerê li Sûriyeyê de û "sedemên ku Tirkiye naxwaze şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe de" weşand.

    Malpereke erebî bi navê Ae24ê derbarê şerê Sûriyeyê de weşand û diyar kir ku Tirkiye naxwaze şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û sedema wê daxwazê jî bi gotinên çend kes û generalan şirove kir.

    "BILA HÊZÊN HEVPEYMANÊ JI BO PIŞTGIRIYA HSDÊ BIMÎNIN"

    Di wê nivîsê de tê gotin ku DYAyê plana xwe ji bo derketina ji Sûriyeyê eşkere nekiriye û dê pêdivîtiya wê bi hêzeke bejahî hebe.

    Derbarê vê mijarê de Serokê Operasyonên Taybet ên Amerîkî General Raymond Thomasî gotiye, baştri e ku hêzên hevpeymana navdewletî li Sûriyeyê bimînin daku piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin ji ber têkoşîna li dijî terorê dewam dike û pêşniyar kir ku hêzên amerîkî li wê derê bimînin.

    "DYA DIXWAZE HERÊMEKE KURDÎ LI BAKURÊ FIRATÊ ÇÊKE"

    Ji aliyê din ve, di wê nivîsê de behsa hevpeyvîna Sabahê bi generalê malnişîn İsmail Hakkı Pekin re dike û wê wek hevpeyvîneke hûnandî bi nav dike daku peyamekê bidin DYAyê. Pekin di wê hevpeyvînê de wiha dibêje: "Armanca Amerîkayê ew e ku herêmeke kurdî li bakurê Firatê çêke. Ew ji bo vê armancê jî dixebite û naxwaze Tirkiye destwerdanê di hewldanên wê de bike."

    "TIRKIYE DÊ BIXWAZE XWESERIYA KURDÊN LI SÛRIYEYÊ XERA BIKE"

    Pisporê karûbarên Tirkiyeyê li ba Carnegie Europeê Ferhat Goringi ji bo kovarekê nivîsîbû û diyar kiribû, "li gel ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê ber bi dawî ve tê, gelek alî destnîşan dikin ku ihtimala çêbûne xweseriyeke sûrî-kurdî li bakurê wê wî welatî çêbibe. Li gel ku ihtimal heye, Tirkiye vê hebûnê qebûl bike jî, dibe ku hewl bide wê xweseriyê xera bike, nexasim ji ber xurtbûna pêwendiyê di navbera PKKê û kurdên sûrî. Ji bo vê jî divê Tirkiye çend rêyan biceribîne, bi taybetî ji ber bandora xweseriyê li ser Tirkiyeyê."

    "BÊYÎ SÛRIYEYÊ, TIRKIYE NIKARE RÊ LI BER ROJAVA BIGIRE"

    Goringi dibêje ku yekem bertek Tirkiyeyê li ser xweseriya kurdî li Sûriyeyê dê ew be ku sînorên xwe bi Rojava(Bakurê Sûriyeyê re bigire) bigire lê ji bo vê jî Pêdîvitiya wê bi hevkariya bi hikûmeta Sûriyeyê re heye daku wê îzole bike".

    Li gorî nivîskarî bêyî hevariya bi Sûriyeyê, Tirkiye dê nikaribe rê li ber Rojava bigire,ji ber ku erda Rojava ji aliyê çandiniyê ve zengîn e û petrol heye ku ev jî dê bazareke mezin wek a Sûriyeyê li pêşberî wê veke.

    "GIRTINA BAREGEHA INCIRILKÊ NIKARE RÊ LI BER XWESERIYÊ BIGIRE"

    Ji bo alternatîva din a Tirkiyeyê daku xweseriya Rojava xera bike jî, nivîskar behsa girtina Baregeha Incirlikê dike. Nivîskar dibêje ku dibe Enqere baregehê bigire, eger bibîne ku xweseriya kurdan li bakurê Sûriyeyê bê avakirin lê ev rê jî bi kêr nayê ji ber ku êdî operasyonên li dijî DAIŞê ji gelek baregehên herêmî pêk tên.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hêzên koalîsyonê bajarên Sûriyeyê rizgar nakin, tune dikin'
    Rojnameya Haaretzê: Rûsya Amerîka û Îsraîl bo Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anîn
    Dijberiya Sûriyeyê: Alîkariya Tirkiyeyê bo me dewam dike
    Dijberiya Sûriyeyê guhertin di Artêşa Sûriyeya Azad de pêk tîne
    Yek jê fermandar 5 leşkerên Îranê li Sûriyeyê hatin kuştin
    Artêşa Sûriyeyê tetbîqata şer li nav bajêr li dar xist
    Artêşa Sûriyeyê kontrola kelha DAIŞê ya li Hûmsê bi dest xist
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de