08:38 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan gotinên Barzanî yên li ser Kerkûkê nirxand

    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 68 0 0

    Recep Tayyip Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê di derbarê gotina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Kerkûkê de ragihand ku divê ew wê gotinê piştrast bikin.

    Hat ragihandin ku piştî bidawîbûna Civîna Rêxistinên Alîkarî yên Îslamî li Kazakistanê rojnamevanekî Tirk ji Recep Tayyip Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê gotina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê Kerkûkê de pirsî.

    Erdogan li ser vê pirsê got, "Pêwîst e em pêşiyê agahiyeke rast ji Wezareta Karên Derve werbigirin. Divê em bizanin ev rast e yan na û em li gorî wê yekê bipeyivin. Lê ez ji Tirkmenan daxwaz dikim ku ti caran dev ji axa xwe bernedin. Em ê ji bo vê yekê hevkariya wan bikin."

    Tê zanîn ku Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di gotûbêja xwe ya ligel BBC Farisî de gotibû, "Ger ku komek bixwaze rewşa Kerkûkê bi zorê biguherîne, bila baş bizanibin ku her Kurd amade ye ji bo Kerkûkê şer bike."

    Bi heman mijarî:

    ‘Pêşmerge amade ye li hemberî her êrîş û gefê Kerkûkê biparêze’
    Fermandarê Pêşmerge: Em destûrê nadin hêzên iraqî di Kerkûkê de derbas bibin
    Daxwaza Kerkûkê ya referandûmê hat qebûlkirin
    Balyozê Îranê di derbarê biryara Kerkûkê û referandûmê de axivî
    Walîyê Kerkûkê: Mafê ti dewletê nîne destwerdana karûbarên Kerkûkê bike
    Etîketan:
    nirxandin, gotin, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayip Erdogan, Mesûd Barzanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de