01:20 20 Îlon 2017
Zindî
    Kurdistan

    Ocalan: Bê şert û merc piştgiriya referanduma serxwebûnê dikim

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 74920

    Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di axaftina xwe de ragihand ku divê ti kes li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê dernekeve.

    Mehmet Ocalan di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Basê de got: "Dibe hinek bixwazin referandumê asteng an jî tehdîd bikin, lê lidarxistina referandumê mafê herî demokratîk ê kurdan e. Ez bawer nakim ti kurd bê je ez li dijî referandumê me. Ne li ser navê malbata Ocalan wekî kesekî ku 40 sale vê tekoşînê dimeşîne dibêjim bê şert û merc piştgiriya referandumê dikim."

    ‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURDAN LI IRAQÊ SERXWEBÛN E'

    Ocalan di berdewamiya hevpeyvîna xwe de rexne li Îran û Tirkiyeyê kir û got: "Nêrîna Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê di pirsgirêka kurdî de cuda ye. Çareseriya pirsgirêka kurd li Iraqê tenê serxwebûn e. Divê Tirkiye vê ji xwe re wekî tehdîd nebîne. Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo referandumê di berjewendiya tirk û kurdan herduyan de ye. Êdî dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê hatiye."

    ‘DIBE DURAN KALKAN LI DIJÎ REFERANDUMÊ BE, LÊ…'

    Mehmet Ocalan di dirêjiya hevpeyvîna xwe de daxuyaniya endamê KCKê Duran Kalkan ku gotibû ‘pêwistî bi dewletê tuneye, mijara referandumê ji bo propagandayê tê meşandin' got: "Duran Kalkan nêrîna xwe ya şexsî eşkere kiriye. Ev daxuyanî ne ya hevpar e. Dibe Kalkan li dijî referandumê be, lê kurd piştgiriya referandumê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Welatiyên li herêmên Heşdî Şeibî di bin fişarê de ne
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    ‘Kurdistan ji bo ti welatî nabe gef'
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    Kovara Akademiya Cengê ya Amerîkayê li ser berga xwe wêneyê Ocalan bikar anî
    Komîteya Pêşgirtina Îşkenceyê bi Ocalan re hevdîtinek kir
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, PKK, Duran Kalkan, Mehmet Ocalan, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de